Mulemme‘ û di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme‘ê
Öz
Di edebîyata klasîk a rojhilatî de mulemme‘ xwedî dîrokeke kevin e û nimûneyên
wê yên ewil di sedsala 10em de tên xuyakirin. Helbestên bi terza mulemme‘ê di
edebîyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek hatine nivîsîn. Kurd jî yek ji gelên Rojhilatî
ne û di edebîyata Kurdî ya klasîk de jî mulemme‘ cihekî girîng digire. Li gorî
agahîyên ber dest di edebîyata Kurdî de jî ji sedsala 16em heta roja me mulemme‘ên
tam hatine nivîsîn. Dîsa li gorî agahîyên li ber dest yekem mulemme‘a tam a Kurdî
ji alîyê Hemîdî ve hatiye nivîsîn û piştî wî gelek şairên Kurd bi şêweyên cur bi cur
helbestên mulemme‘ nivîsîne.
Di vê xebatê de di edebîyata Îslamî de ango di edebîyatên zimanên cîran (Erebî,
Farisî û Tirkî) de derbarê dîroka mulemme‘ê de agahî hatin dayîn û ji edebîyatên
cîranan hin nimûne hatin pêşkêşkirin. Di serî de li ser pênaseya mulemme‘ê û
paşê derbarê dîroka wê de agahî hatin dayîn. Çarçoveya mulemme‘ê tam û noqsan
û sînorê mulemme‘ê yê bi telmî‘ê re ji nû ve hat nirxandin. Derbarê tesnîfa
mulemme‘ê û şêweyên wê yên di edebîyata Kurdî de bi berfirehî agahî hatin dayîn.
Di edebîyata Kurdî de li gorî mînak û daneyên ber dest ji alîyê avakirinê ve analîzek
li ser mulemme‘an hate kirin. Herweha mînakên şêweyên mulemme‘an jî hatin
tesbîtkirin û ev tesbît û tesnîfa wan jî hatin pêşkêşkirin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- Acar, H. (2013). Mulemaya Seydayê Licî. Mülemma Dergis., İstanbul: (h. 2, r. 23-27).
- Acar, H. (2016). Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr. Stenbol: Weşanên Nûbiharê.
- Adak, A. (2015). Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk. Çapa 3. Stenbol: Weşanên Nûbiharê.
- Adak, A. (2016). Şewqîyê Xanî li Pey Şopa Ehmedê Xanî: Berawirdkirinek li Ser Mulemme‘ên Wan ên Çarzimanî. Nûbihar Akademî. İstanbul: ( h. 5, r. 36-65).
- Adak, A. (2019). Teşeyên Nezmê di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de. Stenbol: Weşanên Nûbihar.
- Aksoy, H. (1993). Kınalızade Ali Çelebi ve Mülemma‘ Na‘tı. İstanbul: Marmara Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, (Sayı: 5-6, r. 125-144).
- Bacanlı, S. A. & T. K. (2018). Mülemma ve Abdülvâsi-i Cebelî. Nüsha, (Cilt 46, r.143-156).
- Banarlı, N. S. (1983). Resimli Türk Edebiyatı Tarihi. İstanbul: Milli Eğitim Basımevi, (Cilt 1).
Ayrıntılar
Birincil Dil
Kürtçe
Konular
-
Bölüm
Araştırma Makalesi
Yayımlanma Tarihi
30 Haziran 2020
Gönderilme Tarihi
13 Kasım 2020
Kabul Tarihi
3 Aralık 2020
Yayımlandığı Sayı
Yıl 2020 Cilt: 4 Sayı: 13