Desthilatiya Dewleta Osmanî ya li Kurdistana Bakur a Osmaniyan (Serhed) bi piranî li ser bingeha têkiliyên navend û perîferiyê hatiye hesibandin. Li gorî piraniya Osmanîperweran ew herêm ji aliyê dewletê ve bi awayekî hişk dihate kontrolkirin, herwiha hêzdarên herêmî di wê qada tamponê de ew çend jî bihêz nebûn. Ji ber vê yekê desthilatdarên herêmî wek bendeyên pasîf ên bindestên Osmaniyan hatine pênasekirin. Lêbelê heke em belgeyên Osmanî ji nêz ve analîz bikin û li ser wan bisekinin em ê bibînin ku têkiliyên rasteqîn ên hêzdariyê yên di navbera hêzên herêmî de li ser bingehên hevpar ava dibin. Navenda emperyal a Osmaniyan siyaseta xwe ya kontrol û hevsengiyê bi rê ve biriye, lê dîsa jî rola herî aktîf li ser serhedên Dewleta Osmanî yên sedsala 18an ji aliyê arîstokratên herêmî ve hatiye lîstin. Yek ji armancên sereke yên vê nivîsarê ev e ku senifandina Hikûmeta Osmanî û Sancaqên Yurtluk/Ocaklık li Kurdistana Bakur a Osmaniyan a sedsala 18an hewaya siyasî ya rasteqîn nîşan nadin. Wisa diyar e ku ew termînolojiyeke bêbingeh e û rêvebirên Sancaqên Yurtluk/Ocaklık hin caran ji Xanên Sancakên Hikûmetê yên Kurdistana Bakur a Osmaniyan zêdetir xwedî hêz bûn. Di destpêka nivîsarê de hinek mînak hatine dayîn, da bê dîtin ka Osmanîperweran têkiliyên hêzdariyê yên li Kurdistana Bakur a Osmaniyan çawa pênase kirine. Piştre xwendevan dê bibînin ka çarçoveya deshilatdariyê ya Kurdistana Bakur a Osmaniyê ya di sedsala 18an de di eslê xwe de çawa hatiye pê. Rolên paşayên Sancaqên Erzurum û Wanê, Sancaqa Hîkûmeta Bedlîsê û Sancaqên Yurtluk/Ocaklık ên herêmê bûne mijara nivîsarê, da bê dîtin ka atmosfera rasteqîn a li Kurdistana Bakur a Osmaniyan ya sedsala 18an çawa bû
Ottomans Kurdish Beys yurtluk/ocaklik (fiefdom) hükümet (government) sancak
Diğer ID | JA98HC56FM |
---|---|
Bölüm | Araştırma Makalesi |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 1 Aralık 2015 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2015 Cilt: 1 Sayı: 4 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.