Baş tê zanîn ku dema pêvajoya dîroka zimanan tê nirxandin, hinek zimanan, ku giş jî endamên şaxa malbata Îndo-Îranî ya zimên bûn, binyada ergatîvîteyê bi pêş xistin. Lewma, di hinek demên lêkeran de, rêzimana wan bi kirdeya lêkerek negergûhêz û kirdeya locîkîya (logical subject) lêkerek gergûhêz re bi awayekî fermî û wekî hev hatin nirxandin, agenta (an jî kirdeya lojikî) ya duyemîn bi *nîşankerayeke morfolojîk a cuda re hate bikaranîn.1 Niha digel ku ergatîvîtî di gelek zimanan de wekî têgeheke senkronîk hatiye xebitîn jî, derfetên vekolîna nêrîna
diyakronîk, ji ber kêmbûna belgeyên dîrokî, di gelek rewşan de sînorkirî ye. Herwiha, zimanên Îndo-Îranî îstîsnayên balkêş çê dikin. Ji ber hebûna pexşanên girêdayî yên zimanên pir nêzî hev ku derdora sê hezar salan di nav xwe de dihewînin, ev şansa çavderîya pêşxistina binyadê û daketina wê ya ku dawiyê (subsequent decline) derketiye holê dide me. Ev gotara dê ji xeynî şopandina vê pêvajoyê tiştekî din neke, yanî dê li ser rêya wendabûna binyada ergatîvîteyê ku ji herêmeke diyar aa Îrana rojava wenda bûye bisekine.
Birincil Dil | İngilizce |
---|---|
Bölüm | Translate |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 1 Ocak 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2017 Cilt: 2 Sayı: 7 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.