Pirsgirêk û mijarên siyasî û dîrokî derbarê “Kurdan”[1] de li Rojhilata Navîn di çaryeka sedsala borî de bi awayekî giştî û mexsûsen di van salên dawî de bûye xwedî cihekî taybet. Vî cihî çi ji hêla jeopolîtîk û çi ji hêla zanistî-zanîngehî be, qadek ji bo derketina wêjeya teorîk vekiriye û lêkolînên berfireh ên derbarê Kurdan de kom kiriye. Ligel vê rewşê, her çend telaşên curbicur ji bo têgihiştina civak û çanda Kurdistanê hatibin kirin jî riwayetên cihê û hin caran rewşên nakok, di çanda Kurdan de rê daye ku ji hêla mijarê ve bi taybetî ji hêla zanistî ve qada gengeşiyê bilindtir bibe ku vê yekê bixwe alozî û nediyariyên derbarê çand û civaka Kurdan de zêdetir kiriye. Bi van lêkolînan, bergeha mijarên dîrok û çanda Kurdistanê bi taybetî yên derbarê pirsgirêkên siyasî û nijadî de kêm bûne. Vê rewşê, ne tenê girîngiya lêkolînên çandî û civakî ber bi goşeyekê ve avêtiye, belkî di piraniya xebatan de lêkolînên zanistî jî bi teorî û metodolojiyên nediyar re rû bi rû hiştiye
Birincil Dil | İngilizce |
---|---|
Bölüm | Translate |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 1 Eylül 2017 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2017 Cilt: 2 Sayı: 8 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.