Ev berhema ku di vê xebatê de hatiye pêşkêşkirin, xuya ye ku
ya Mele Mehmûdê Bazidî ye, bi navê “Sefheî Sebîyan” di nav koleksîyona Auguste
Aleksandre Jaba de bi numareya Kurd06ê cih digire. Berhem, di teşeya
elifba/alfabeyê de ye û ji bo hînkirina alfabeya Kurdî-Erebî hatiye amadekirin.
Ji ber vê yekê, berhem bi wateya “rûpela/pirtûkçeya zarokan” wek “Sefheî
Sebîyan” hatiye binavkirin. Zimanê destxetê yek ji zaravayên Kurdî, Kurmancî
ye. Ev lêkolîn digel rewşa fîzîkî ya destxetê li ser nasname û naveroka wê
rawestîyaye. Herweha, deqa destxetê digel tehqîqa wê hatiye pêşkêşkirin. Ev
destxeta serbixwe ku ji alîyê Bazidî ve hatiye nivîsîn, di Akademîya Zanistan a Petersburgê ya Rusyayê de ye. Destxet
39 rûpel e û ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike. Herweha berhem ji bo hînkirina
alfabeya Kurdî-Erebî, herekeyan/dengdêran, xwendina peyv û hevokan hatiye
amadekirin.
Mela Mehmûdi Bazidî Aleksandre Jaba Koleksîyona Jaba Alfabeya Kurdî-Erebî hareke/dengdêr xwendin destxet Sefhei Sebîyan
Birincil Dil | İngilizce |
---|---|
Bölüm | Document |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 30 Aralık 2018 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2018 Cilt: 3 Sayı: 10 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.