Mirin, di tarîxa mirovahiyê de ji qadên cuda yên hunerê heta felsefe û dînan, bûye tema û mijareke girîng. Ji ber ku ew ji têgeheştina insan der bûye, di encama hewlên ji bo fêmkirina mirinê, lîteraturên curbicur pêk hatine. Bi taybet hin qadên wek metafizîk û teolojiyê, li pey sirrên mirinê ketine û hindekan li gor xwe bersivên wê mu‘emmayê dane. Ji ber wê jî ji metnên teolojiyê heta metnên felsefî û edebî wek lîteratureke berfirek heta îro hatiye. Bi berhevbûna wan metnan û xebatên li ser wan jî qada eskatolojiyê pêş ketiye. Di nava wan metnên balkêş yên eskatolojiyê de rêwîngiyên wek “seferên metafîzîk” yan jî “çûna alema din” û “seyahetên ber bi alema piştî mirinê” derdikevine pêş ku ew seferene, mijara sereke ya vê xebatê ne. Ji “destana Gilgameş”ê û Ardavîrafnameya ku mijara wê sefera muxekî/ezîzekî Zerdeştî ya bo Cennet û Cehenemê heta “mî’racname”yên ku derheq çûna Muhemmed Pêxember ya bo Cennet û Cehennemê, herwisa ji “destana Cimcime Siltan” û heta Komediya Ilahiya Dante, paşxaneyeke eskatolojîk çêbûye. Helbet ew paşxane digel mîtos û rîtuelên dewlemend hatiye dariştin ku di çandên cuda de ew bi rêya (cih)guhurîna motîf, mîtos û rîtuelan ve kûrtir û berbelavtir bûye. Di vê çarçoveyê de di çanda Kurdan de jî şax û numûneyên wan mît û rîtuelan têne dîtin ku ew wek metnên serbixwe jî hatine nivîsîn. Di nava wan de jî “destana Cimcime Siltan” û varyantên cuda yên “Beyta Qiyametê” û “Beyta Sekeratê” wek numûyenên balkêş in ku di nava wê paşxaneya eskatolojîk de derdikevin pêş. Di vê xebatê de numûneyên Kurdî yên wekî Sirru’l-Mehşera Feqe Reşîd, varyantên cuda yên Cimcime Siltanê, berhema Mela Yasîn Yusrî Bexçeyê Jiyana Piştî Mirinê dê wek metnên eskatolojîk bêne nirxandin. Herwisa metnê “Beyta Sekeratê” ya nehatî weşandin dê bi muqayeseya ligel varyantên dî ve bê dayîn û analîza wê dê bê kirin. Bi vî awayê dê lîteratura Kurdî ya eskatolojiyê bête nasîn û metnên wê lîteraturê bêne tehlîlkirin.
Ji ber ku di nivîsîna vê gotarê de çavkaniyên pêwîst bo min hinartin ez sipasiya Mela Mehemed Hekkarî, Metin Yüksel û M. Emin Purçak dikim.
From different fields of art to philosophy and religion, death has been an important subject in human history. Since it is beyond human understanding, different works of literature have emerged for the sake of its comprehension. Particularly, in the field of metaphysics and theology, the secrets of death have been pursued, some also attempted to provide answers for this mystery. Therefore, a wide range of theological, philosophical, and literal texts have survived to the present day. The collection of these texts and the studies on them contributed to the development of eschatology. Among the eschatological texts, subjects such as “metaphysical journey”, “traveling to another realm” and “journey to the afterlife” come fore which also form the main subject of this study. A rich background has been formed with a large amount of eschatological literature, such as The Epic of Gilgamesh, tales about Prophet Mohammed’s ascension and his journey to Heaven and Hell, Ardavirafname which describes the journey of a Zoroastrian saint to Heaven and Hell, the epic of Cimcime Sultan, “The Divine Comedy” of Dante, and etc. Indeed, this background has been merged with myths and rituals, and by going through the changes in the motifs, myths, and rituals of different cultures, it became deeper and wider. In this regard, in Kurdish literature, it is also possible to observe such myths and rituals which have also been written as independent texts. Among them, the epic of Cimcime Sultan, the different versions of “Beyta Qiyametê” and “Beyta Sekeratê” are outstanding examples, which manifest themselves in this eschatological background. In this study, the Kurdish examples, such as Feqe Reşîd’s Sirru’l-Mehşer, different versions of Cimcime Sultan, Mela Yasin Yusri’s Bexçeya Jiyana Piştî Mirinê will be evaluated as eschatological works. Also, the unpublished texts of “Beyta Sekeratê” will be assessed in comparison to the other versions of it. Thus, the Kurdish eschatological literature will be introduced and its texts will be analyzed.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Bölüm | Araştırma Makalesi |
Yazarlar | |
Erken Görünüm Tarihi | 31 Aralık 2021 |
Yayımlanma Tarihi | 31 Aralık 2021 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2021 Cilt: 4 Sayı: 16 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.