Qehwexane, li Rojhilata Navîn ji sedsala 16emîn û vir ve yek ji mekanên sereke yên jîyana civakî ne. Ligel hevdîtin û suhbetan ji bo mirovan yek ji fonksîyona herî giring a qehwexaneyan berbelavkirina agahî û ramanan e. Ji ber vê yekê zemîna ku qehwexaneyan ava dikir ji bo rayedarên sîyasî tim dibû sedema endîşeyan. Weke encameke vê endîşeyê pêrgî qedexe, astengî û cezayan hatin, lêbelê dîsa jî heta îro hebûna xwe domandin. Di sedsala 19emîn de li Dewleta Osmanî qehwexane yek ji qada giştî ya herî bitesîr bû. Qehwexaneyên vê serdemê di veguherînên sîyasî û civakî de rolên girîng leystin. Di dawîya sedsala 19emîn û destpêka 20emîn de li Stenbolê gelek qehwexane hebûn ku weke qehwexaneyên kurdan dihatin naskirin. Ev qehwexane ne tenê ji bo hevgirtin û danûstandinên civakî, ji bo çalakî û xebatên rewşenbîran jî wargeh bûn. Di geşedana neteweperwerîya kurdî de rola qehwexaneyan di vegêranên otobîyografîk de bi awayekî zelal tê dîtin. Armanca vê xebatê vekolîna tesîra qehwexaneyan a li ser geşedana netewewerîya kurdî ye. Di vê xebatê de tesîra van qehwexaneyan bi rêya otobîyografîyên Ekrem Cemîlpaşa, Kadrî Cemîlpaşa û Nûrî Dersîmî hatîye vekolîn. Di encamê de tê dîtin ku qehwexaneyên serdemê yên Stenbolê di geşedana neteweperwerî û rewşenbîrîya kurdî de xwedan tesîreke dîyar in.

Coffeehouses have been one of the most important places in social life in the Middle East since the 16th century. In addition to meeting and chatting, the most important function of coffeehouses is the dissemination of information and ideas. For this reason, the ground created by coffeehouses caused concern among rulers. As a result of this concern, they were banned, prevented and penalized, yet they have continued to exist until today. In the 19th century, the coffeehouse was one of the most important public spaces in the Ottoman Empire. The coffeehouses of the period played important roles in social and political transformations. In the late 19th and early 20th centuries, there were many coffeehouses known as Kurdish coffeehouses. These coffeehouses were a base not only for solidarity and social relations but also for the activities and work of intellectuals. The role of coffeehouses in the development of Kurdish nationalism is clearly visible in autobiographical narratives. This study aims to examine their influence on the development of Kurdish nationalism. In this study, the influence of coffeehouses is analyzed through the autobiographies of Ekrem Cemîlpaşa, Kadrî Cemîlpaşa and Nûrî Dersîmî. As a result, it is seen that the coffeehouses of the period in Istanbul had a significant impact on the development of Kurdish nationalism and intelligentsia.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü |
Bölüm | Araştırma Makalesi |
Yazarlar | |
Erken Görünüm Tarihi | 30 Haziran 2024 |
Yayımlanma Tarihi | 30 Haziran 2024 |
Gönderilme Tarihi | 27 Mayıs 2024 |
Kabul Tarihi | 25 Haziran 2024 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2024 Sayı: 21 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.