Research Article

Tîpolojîya Dem û Cihî ya Çîrokên Gelêrî yên Kurdî

Volume: 12 Number: 2 August 30, 2024
KU EN TR

Tîpolojîya Dem û Cihî ya Çîrokên Gelêrî yên Kurdî

Öz

Çîrokên gelêrî û vegêran du çemkên pir peywendîdar ên edebî ne. Carinan mimkûn e di şûna hev de jî bên bikaranîn. Di eslê xwe de vegêran ji çîrokê berfirehtir e. Loma asayî ye ku carinan ji bo çîrokê vegêran jî bê gotin. Çîrok jî weku vegêraneke devkî yan jî nivîskî reh û rîşên xwe yên pir kevin hene. Heta berî ku çîroka modern ji aliyê vegêranê ve bê xurtkirin û bi gelek pêlên weku modernîzm û postmodernîzmê ve bê dewlemendkirin, çîroka klasîk yan jî gelêrî bi piranî li ser binyateke vegêranî ya sade dihat ristin. Lê ev sadebûn weku stûnên sereke yên vegêranê ne ku her dem di nav deqeke honandî de xuyane. Ev çar stûn weku vegêr/çîrokbêj, karakter, rûdan, dem û cih dikarin bên binavkirin. Me di vê xebatê de çîrokên gelêrî yên Kurdî xisûsen ji aliyê stûna çarem a vegêranê (dem û cih) ve nirxand û di encamê de em gihiştin tîpolojîyeke dem û cihî ya çîrokên gelêrî yên Kurdî. Di vê nirxandinê de me weku rêbaz di hilbijartina çîrokan de senifandina Aarne-Thompson bingeh danî û ji aliyê xurtbûna vegêranê ve di nav çîrokên çapkirî yên Kurdî de piştî xwendineke giştî 18 çîrok hilbijartin. Herwiha di lêhûrbûna dem û cihî ya çîrokan de jî me xisûsen xebata Gerard Genette, Seymour Chatman û Marie-Laure Ryan bingeh girt.

Anahtar Kelimeler

References

  1. Akdeniz, S. (2010). Betimleyici Anlatım: Tasvir Metinleri. (Erişim: 12.02.2019). http://www.ege-edebîyat.org/wp/?p=821
  2. Bedirxan, C. A. (2009). Çîrokbêj – Çîrokên Kurdmancî. İstanbul: Avesta.
  3. Bozarslan, M. E. (2000). Dîtinhezar. Stenbol: Weşanên Deng.
  4. Chatman, S. (2009). Öykü ve Söylem; Filmde ve Kurmacada Anlatı Yapısı. (Ö. Yaren, Çev.) Ankara: De Ki Basım Yayım.
  5. Cindî, H. (2014a). Hikyatêd Cimeata Kurda I. İstanbul: Rûpel.
  6. Cindî, H. (2014b). Hikyatêd Cimeata Kurda II. İstanbul: Rûpel.
  7. Çıraklı, M. Z. (2015). Anlatıbilim: Kuramsal Okumalar. Ankara: Hece Yayınları.
  8. Dervişcemaloğlu, B. (2016). Anlatıbilime Giriş. (2. Baskı). İstanbul: Dergâh Yayınları.

Details

Primary Language

Kurdish

Subjects

Kurdish Language, Literature and Culture

Journal Section

Research Article

Early Pub Date

August 29, 2024

Publication Date

August 30, 2024

Submission Date

January 5, 2024

Acceptance Date

August 20, 2024

Published in Issue

Year 2024 Volume: 12 Number: 2

APA
Subaşı, K. (2024). Tîpolojîya Dem û Cihî ya Çîrokên Gelêrî yên Kurdî. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, 12(2), 411-432. https://doi.org/10.18506/anemon.1415302

Cited By