Di Çarçoveya Bîra Civakî Ya Kurdan De Têkiliya Bûyerên Dîroka Nêzîk û Kilamên Dengbêjan
Öz
Çanda devkî aliyekî bîra civakan e. Bi taybetî jî di civakên ku nivîs bi têra xwe pêş neketiye de vegûhestina çandî piranî bi rêbaza devkî pêk tê. Ev pevbestiya devkî bi demê re diguhere wêjeya devkî û muzîkê. Di çanda kurdan de jî barkêşên sereke yên vê çandê dengbêj in. Bikarneanîna zimanê kurdî ya bi awayekî fermî ji bo pêşketina dîroka nivîskî ya kurdan bûye astengekê, lê li aliyê din dengbêjên kurdan ji bo ku ev bûyer û qewimînên dîrokî ji bîra cîvakê neçin, her yej jin wan kirine mijara kilaman û vî rengî bîreke civakî ava kirine. Li her deverê Kurdistanê kilamên bi vî rengî hene. Her yek ji wan mijara lêkolîneke serbixwe ye. Dengbêj bi vê peywira xwe veguhestina dîrok û bîra kurdî ya bi rêya muzîkê pêk tînin. Bi taybetî ji kilamên şînê gencîneyeke qirase ya muzîkê saz bûye. Dengbêj bi strandina van kilaman bûne barkêş û berdevkên dîroka nêzîk ya civaka kurdî. Di vê xebatê te du kilamên kurdî tevî çîrokên wan û dîroka wan wekî mînak hatine dayîn. Armanca vê xebatê ew e ku wate û girîngiya muzîka kurdî ya dengbêjiyê ya di bîra çandî ya kurdan de ji aliyê dîrokê ve bê nîqaşkirin. Di beşa dawî de jî bi kurt û kurmancî li xebatên pişaftina muzîka kurdî hatiye sekinîn.
Anahtar Kelimeler
Details
Primary Language
Kurdish
Subjects
-
Journal Section
Research Article
Authors
Publication Date
January 30, 2016
Submission Date
February 3, 2016
Acceptance Date
-
Published in Issue
Year 1970 Volume: 2 Number: 1
Cited By
Guhertin û Tehrîfat di Kilamên Dengbêjan de: Mînaka “Ez Gul im Gula di Zinêr de
Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
https://doi.org/10.18506/anemon.832145