PUXTE
Wekî ku ji sernavê jî eşkere dibe, du diyardeyên nû, dê cih bigirin di vê nivîsarê da. Yek jê, bi dîtina mulemme’a Mela Mehmûd (Hemîdî) keşifbûna şa’irekî berî Melayê Cizîrî ye, yanî, berî Melayê Cizîrî, şairên kurmanc hebûn. Eger Elî Herîrî hevçaxê Melayê Cizîrî be, vêca destpêka edebiyata kurdî kurmancî ya klasîk bi dîtina helbesta Hemîdî tê guherîn. Ya din, guherîna tarîxa nivîsîna mulemme’a kurdî ye, wate; beriya Ehmedê Xanî ji sed salî zêdetir mulemme’a çar zimanî ya bi kurdî-kurmancî hatiye nivîsîn. Ev nivîsar li dor hin boçûn û angaştên halbestkar û helbestkariya kurmancî ya klasîk ya berî Melayê Cizîrî dizivire. Herwiha li ser mulleme’a Hemîdî -ku destpêka mulemme’a kurdî-kurmancî ye- û şa’irê wê radiweste. Berî ku mijar bê ser Hemîdî û mulemme’a wî destpêkeke kurt bo mijarê dê bihê pêşkeşkirin. Piştî wê derketina mulemme’an û pêdiviya wan bo şairan, mulemme’ li nav şairên kurd û psîkolojiya nivîsîna mulemme’an dê were nirxandin.
Peyvên Sereke: Destpêka Edebiyata Kurdî, Mulemme’, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûd (Hemîdî).
Birincil Dil | Türkçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 2 Haziran 2019 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2019 Cilt: 5 Sayı: 9 |