Kurte
Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî di sedsala XII’an de jîyaye. Fariqî di serdema Artûqîyan de di hin karên rêvebirîya dewletê de cih girtiye. Navê wî Ehmedê kurê Yusuf kurê Elî kurê Ezreq e. Ji ber ku ji Farqînê ye jê re el-Fariqî hatiye gotin. Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî di sala 572/1176an de berhema xwe ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn nivîsîye. Du destxetên vê berhemê li Londonê di muzeya Britishê de cih digirin. Tarîxu Meyyafariqîn der heqê dewlet û mîrektîyên serdema navîn ên wekî Hemdanî, Buweyhî, Merwanî, Artûqî, Emewî, Ebasî û Selçûqîyan de agahîyên çandî û siyasî dide. Behsa têkilîyên van mîrnişîn û dewletên ku li Şam, Iraq, Cezîre, Ermenistan û Îranê hatine damezirandin dike. Hem li ser têkilîyên wan ên navxweyî û hem jî yên bi Endulus, Fatîmî û Bîzansîyan re disekine. Di vê gotarê de derbarê Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan gerîyaye, peywirên wî yên di rêvebirîya dewletê de, kesayeta wî ya ilmî û berhemên wî de agahî hatine dayîn. Danasîna Tarîxu Meyyafariqîn hatiye kirin û taybetî û girîngîya wê, xebatên ku li ser hatine kirin, naveroka wê, çavkanîyên wê û rêbaza wê hatine vegotin.
Peyvên Sereke: Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, Tarîxu Meyyafariqîn, dîrok, çand, şaristanî.
Birincil Dil | Türkçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 2 Haziran 2019 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2019 Cilt: 5 Sayı: 9 |