.TÊGEHA EŞQÊ DI ŞIÎRA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Öz
KURTE: Mijara Eşqê di helbesta klasîk ya kurdî de cihekî giring girtiye û bi taybetî di xezel û mesnewîyan de. Nexasim di dîwana Melayê Cizîrî de eşq û ciwanî jêdera hebûnê ye, ji ber ku sofiyan bi rêka Wehted Elwicûdê li mijara eşqê nihêriye û ew eşqa xwedê di her hebûnekê de dibînin. Ev xebat jî lêgerînek e bo çemka eşqê di şiîrên Melayê Cizîrî de û diyarkirina nêrîna wî ye derbarê eşqê de.
Ev xebat du tewerên sereke bi xwe ve digire. Di tewerê yekê de têgeha
eşqê hatiye zelalkirin û piştra behsa eşqê di meydana felsefî, sofîgerî û ayînî
de hatiye kirin. Di tewerê duyem de eşq bi awayekî piraktîkî li ser binbeşên
Eşqa Heqîqî, Xweda û Teceliya Zatê Xwe (Eşqa Taceliyê), Ûnsirê Pêncan, Eşqa
Mecazî û Agirperestiyê di dîwana Cizîrî de hatiye kirin.
Anahtar Kelimeler
Kaynakça
- ADAK, Abdurrahman (2015), Di Edebiyata Kurdî Ya Klasîk De Naverok: Tema, Mijar Û Cureyên Edebî. Mêrdîn.
- CİZÎRÎ, Mela (2005), Dîwana Melayê Cizîrî. (amd. Tehsîn Ibrahîm Doskî). Çap 2, Duhok: Spêrêz.
- DOSKÎ, Mihemed Emîn (2007), Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî, Berg 1, Duhok: Spêrêz.
- DOSKÎ, Mihemed Emîn (2007), Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî, Berg 2, Duhok: Spêrêz.
- DOSKÎ, Mihemed Emîn (2007), Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî, Berg 3, Duhok: Spêrêz.
- EDHEM, Museb (2017), Îşiqname “Îşiq, Xudbûn, Îşiq berew ew çûn”, Silêmanî: Rênima.
- ELDOSKÎ, Muhemed Emîn (2010), Felsefe Eleşq Elîlahî fî Şir Elcizîrî. Çap 2, Hewlêr: Elekdîmîye Elkurdîye.
- ELXİRAB, Mehmud Mehmud (1983), Elhub û Elmihebe Elîlahiye (Mîne Elkilam Elşêx Elekber Mihyedîn Îbin Elerebî). Dîmeşq.
- ESAF, Fatih, Elhib Elilahî inde Elsofiye (Hib bila Kirahiye), Camie Viladiviye, Ji malperê: https://www.philadelphia.edu.jo/arts/13th/papers/fateh_assaf.doc
- FİLİZ, Mehmet Şirîn (2015), “Li ser pênaseya Eşqa Îlahî Çend gotin”, Kovara Nûbihar, J. 132.