Kurd yek ji neteweyên qedîm ên Rojhilata Navîn in û bi ereb, fars, ermen û tirkan re cîrantîyê dike. Ji ber vê yekê çavkanîyên Rohjilata Navîn di serî de di gelek çavkanîyên neteweyên din de jî agahîyên derbarê kurdan de tên dîtin. Bi taybetî jî têkilîyeke xurt a van netewên cîran bi kurdan re çêbûye. Di encama vê têkilîyê de van gelên navborî di çavkanîyên xwe yên nivîskî de derbarê dîrok, çand, erdnîgarî, ziman û edebîyata kurdan de jî agahî dane.
Seyahatname an geştname ew berhem in ku ji alîyê gerokan ve hatine nivîsîn û di wan de gerokan behsa cihên dîtine û lê gerîyane kirine. Ewlîya Çelebî jî gerokekî navdar ê tirkan e û di jîyana xwe de li gelek bajar, welat û deverên cuda gerîyaye û di dema gera xwe de tiştên ku dîtîne nivîsîne. Ewlîya Çelebî di encama gerên xwe de berhemeke 10 cîldî ya bi navê “Seyahatname” bi tirkîya Osmanî nivîsîye.
Ewlîya Çelebî di ger û geştên xwe de li heremên kurdnişîn jî gerîyaye û kurd ji nêz ve nas kirine. Çelebî bi taybetî di cildên sêyem û çarem ên Seyehatnameya xwe de cihekî berfireh daye kurdan û di van herdu cildan de behsa ziman, erdnîgarî, bawerî, adet û tore, çand û edebîyata kurdan kiriye.
Di vê xebatê de dê li ser şopên ziman û edebîyata kurdî ya ku di Seyehatnameya Ewlîya Çelebî de derbas dibe dê bê rawestîn û ev berhem dê weke çavkanîyeke bîyanî bê nirxandin.
Kurd Seyehatname Ewlîya Çelebî Çavkanîyên Bîyanî Edebîyata Kurdî
Kurds are one of the ancient nations of the Middle East and are neighbors with Arabs, Persians, Armenians and Turks. Therefore, information about the Kurds can be found primarily in the sources of the Middle East in many sources of other nations. In particular, these neighboring nations have a strong relationship with the Kurds. As a result of this relationship, these mentioned public have provided information about the history, culture, geography and literature of the Kurds in their written sources.
Travelogues are works written by travelers in which they describe the places they went and visited. Evliya Çelebi is also a famous Turkish traveler, and he traveled to many cities, countries and different places throughout his life and wrote down what he saw during these visits. As a result of his travels, Ewliya Çelebi wrote a 10-volume work called " Seyahatname" in Ottoman Turkish.
Ewliya Çelebi has also traveled to Kurdistan regions in his travels and got to know the Kurds closely. Çelebi, especially in the third and fourth volumes of his travelogue, gave the Kurds a wide space and in these two volumes, he talked about the language, geography, beliefs, customs and networks, culture and literature of the Kurds.
In this work, there will be stop on the traces of Kurdish language and literature that is mentioned in the Travel of Ewliya Çelebi and this work will be evaluated as a foreign document.
Kurds Travelogue Ewliya Çelebi Foreign Sources Kurdish Literature
Kurd yek ji neteweyên qedîm ên Rojhilata Navîn in û bi ereb, fars, ermen û tirkan re cîrantîyê dike. Ji ber vê yekê çavkanîyên Rohjilata Navîn di serî de di gelek çavkanîyên neteweyên din de jî agahîyên derbarê kurdan de tên dîtin. Bi taybetî jî têkilîyeke xurt a van netewên cîran bi kurdan re çêbûye. Di encama vê têkilîyê de van gelên navborî di çavkanîyên xwe yên nivîskî de derbarê dîrok, çand, erdnîgarî, ziman û edebîyata kurdan de jî agahî dane.
Seyahatname an geştname ew berhem in ku ji alîyê gerokan ve hatine nivîsîn û di wan de gerokan behsa cihên dîtine û lê gerîyane kirine. Ewlîya Çelebî jî gerokekî navdar ê tirkan e û di jîyana xwe de li gelek bajar, welat û deverên cuda gerîyaye û di dema gera xwe de tiştên ku dîtîne nivîsîne. Ewlîya Çelebî di encama gerên xwe de berhemeke 10 cîldî ya bi navê “Seyahatname” bi tirkîya Osmanî nivîsîye.
Ewlîya Çelebî di ger û geştên xwe de li heremên kurdnişîn jî gerîyaye û kurd ji nêz ve nas kirine. Çelebî bi taybetî di cildên sêyem û çarem ên Seyehatnameya xwe de cihekî berfireh daye kurdan û di van herdu cildan de behsa ziman, erdnîgarî, bawerî, adet û tore, çand û edebîyata kurdan kiriye.
Di vê xebatê de dê li ser şopên ziman û edebîyata kurdî ya ku di Seyehatnameya Ewlîya Çelebî de derbas dibe dê bê rawestîn û ev berhem dê weke çavkanîyeke bîyanî bê nirxandin.
Kürtler Seyahatname Evliya Çelebi Yabancı Kaynaklar Kürt Edebiyatı
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü, Dünya Dilleri, Edebiyatı ve Kültürü (Diğer) |
Bölüm | Gotarên Lêkolînî (Araştırma Makaleleri) |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 29 Kasım 2024 |
Gönderilme Tarihi | 15 Ekim 2024 |
Kabul Tarihi | 22 Kasım 2024 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2024 |