Zimanê Kurdî yek ji zimanên Îranî ye, ku ser bi malbata Hînd û
Ewropî ye. Lewma hevbeşiyên zehf di
navbera Kurdî û zimanên din ên Îranî de hene. Ev wekyekî û nêzîkiya navbera hinek
zimanên dinê, bûye hokara destnîşankirina malbatên zimanan. Lê belê, dema yek
dibêje Kurdî, dîsa ne xuya ye, ku mebesta wê kîjan zarê Kurdî ye. Çimkî zimanê
Kurdî, zimanekî ne-sitandard bûye û ji çar şaxên sereke pêk tê. Ew şax jî bi
zar tên binavkirin. Ji vî aliyî valatiyeke mezin heye û bandora vê valatiyê jî
li ser tevahiya Kurdan çêbûye. Herwiha, zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e. Lewma
neteweyên dagîrker û hukimdarên axa Kurdistanê, ji bo têkbirina Kurdî hewl
didin, heta bikaribin nasnameya Kurdan jî têk bibin. Ev pirosêsa esîmîlasiyonê,
li gelek cihên Kurdistanê bandoreke mezin çêkiriye. Minak, li bakurê Kurdistanê
jimara Kurdî axêvan kêm bûye û zimanê Tirkî di gelek warên cuda de cihê Kurdî
girtiye. Ji ber vê yekê, em wek zimannasek Kurdî dimeyzînin û hewla ronîkirina
rastiyên zimanewanî didin. Di vê gotarê de, em behsa malbata zimanê Kurdî,
zarên zimanê Kurdî û têgehiştina di navbera van zaran de dikin û şiroveya rewşa
heyî dikin. Ew jî bi palpiştiya çavkaniyên heyî û belavkirina formên rapirsî di
Zanîngeha Koya de. Li gorî bersivên xwendekaran ku temena wan di navbera 18-30
salî de ye, me li Başurê Kurdistanê ji bo têgehiştina di navbera zarên Kurdî de
modêlek ava kiriye.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Dilbilim |
Bölüm | Gotarên Lêkolînî (Araştırma Makaleleri) |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 29 Kasım 2019 |
Gönderilme Tarihi | 19 Ekim 2019 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2019 Sayı: 1 |