Terîqetên ku bi destpêkirina sazkirina tesevvufê di cihana Îslamê de derketin, di nav Kurdan de jî belav bûn. Tekyayan ku cihê perwerdehiya tesevvufê bûn, di heman demêde bûne navendên sereke yên çalakiyên zanistî û wêjeyî yên girêdayê tesewufê. Van çalakiyên edebî hêdî hêdî vedigerin nav tevgerek bi navê “Edebiyata Tesewufê yan Edebiyata Tekyayê”. Zimanê farisî di vê tevgerê de xwedî rolekî giring bû. Hin civakên cuda ên misilman ku zimanê wan ê dayikî ne farisî bû, van jî bi karanîna farisî re demek dirêj berdewam bûn. Kurd, ji hêla erdnigariya xwe ve di nav çandên Ereb, Faris û Tirk de cîh digirin. Ji ber vê yekê, Kurd bi çandên van civakên misilman ên ku li dora wan re têkilî danîn. Piştî ku bûne misilman, Kurd di mizgeftan û medreseyan de ji bo fêrbûna Quranê û ehkamên olî bi erebî li hev ketin. Ji hêla farisî ve mîna civakên din di edebiyatê de di bin bandora farisî de man. Ji sedsala şazdehan dema ku edebiyata kurdî ya tesewufî pêşkeftinek mezin nişan da, bandora zimanê farisî kêm bû lê bi tevahî winda nebû. Şopên farisî di nav Dîwan û helbestên gelek helbestvanan wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Mewlana Xalid Şehrezorî, Mewlewî, Mehwî, Şêx Reza Talabanî, Xelife Yusuf, Evdirehman Axtepî de tê dîtin. Di vê xebatê me de, şopên farisî di edebiyata Kurdî ya Tesewufî de werin gotûbêj kirin.
Edebiyata Kurdî ya Tesewufî Farisî Sûfiyên Kurd Melayê Cizîrî Mewlana Xalid Şehrezorî Mehwî
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Sanat ve Edebiyat |
Bölüm | Araştırma Makaleleri |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 20 Aralık 2020 |
Gönderilme Tarihi | 20 Eylül 2020 |
Kabul Tarihi | 20 Kasım 2020 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2020 |