Problematîka esasî ya dualîzmê şiûr e ku li gorî dualîzmê însan ji du pêkhateyan pêk tê ku ne mimkun e li hev bên reduktekirin. Di gengeşeyên dualîzmê da ev du pêkhate li ser hin diyardeyên dijber ava bûne; aqil û işq, jin û mêr, made û giyan, başî û xerabî çend mînak in ji wan dijberîyan. Famkirina ji dinyayê, xwegîhandina zanînê ya hebûna xwe û ya Xwedayî, têgihîştina ji dinya û axretê her dem hem problematîkên felsefe û zanistê ne hem jî yên dînan in. Dualîzm bi metoda hevsengîya dijberîyan dide dû bersivên van pirsan. Digel dualîzmê “tesewif” jî vê yekê pêk tîne û li gorî felsefeya tesewifê jî di têgihîştina însên a ji xwe û ji dinyayê da du rê mimkun in. ¬¬Însan yan bi aqilê xwe yan bi dilê xwe ji dinyayê fam dike û emelên xwe li gorî wan pêk tîne. Rengvedanên duaîlîzmê û tesewifê di edebîyata klasîk a Kurdî da jî xwe daye der. Melayê Cizîrî helbestvanê edebîyata Kurdî ya Klasîk, ji alîyê gelek vekoleran va wek mutesewif tê qebûlkirin. Di vê xebatê da hat mebestkirin ku di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqîl û işqê bê diyarkirin. Di beşa ewil da dê derbarê Melayê Cizîrî û mutesewifîya wî da agahîyeke giştî bê dayîn; di beşa duyem da li gorî riwangehên cihê dualîzm, aqil û işq û di beşa sêyem da jî li gorî agahîyên bidestxistî di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqilî û işqê bê hilsengandin.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Sanat ve Edebiyat |
Bölüm | Araştırma Makaleleri |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 20 Aralık 2020 |
Gönderilme Tarihi | 23 Ekim 2020 |
Kabul Tarihi | 21 Kasım 2020 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2020 Sayı: 2 |