Yek ji motîfên qumaşa gerdûna edebîyatê çanda mîtolojîyê ye. Têkîlîyê edebîyat û mitolojîyê têkilîyek qedîm e. Bandora hinek remzên mîtolojiya gerdûnî li ser edebîyata her milletekê çêbûye. Yek ji wan remzan motîfên heywanan in. Lewra di çand û edebiyata her milletî da sembolên heywanan cihekê xwe yê girîg heye. Lewra em dibînin ku her milletekî buyerên wek hêzdarî, bextewarî, bextreşî û bê oxirî yê bi motîfan heywanan sembolîze kirin e. Ev girîngîya ha hem di edebiyata gelêrî hem jî di edebiyata dîwanî û tesewifî da cihê xwe girtîye. Li ser vê bingehê Melayê Cizîrî jî di dîwana xwe da wek şairekî meşreb sofî bi rêya hunera teşbîhê gelek motifên teyran bikar anîye. Di vê gotarê da bi awayek têkildarê çand û mîtolojîyê, wê tehlîla van motîfê teyran bêne kirin.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Sanat ve Edebiyat |
Bölüm | Araştırma Makaleleri |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 20 Aralık 2020 |
Gönderilme Tarihi | 16 Ekim 2020 |
Kabul Tarihi | 30 Kasım 2020 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2020 Sayı: 2 |