KURTE
Gotinên pêşiyan, wekî rengvedana çand, ziman, dîrok, kesayet û paradîgmaya neteweyan tê pejirandin. Derbirandina ramanên gel ên hevpar, hewandina nirxdarazên neteweyî, helwestên misoger, vegotinên xwerû, dîdaktîkbûn hin taybetmendiyên gotinên pêşiyan e.
Heta îro derbarê van berhemên Kurdî de hin xebat hatine avakirin, lê çawaniya van xebatan piranî ji hewldanên berhevkirinê pêk tên û hejmara yên ku agahiyên teorîk didin niha pir kêm in. Di vê mijarê de kêmasiyeke din jî xebatên senifandinê ye. Senifandin, bo têgihiştina mijarekê gelek girîng e. Gotinên pêşiyan, ji aliyê wateyên wan (wateya mecaz / wateya rastîn) û her wiha ji aliyê taybetmendiyên vegotinên wan ve dikarin bên senifandin.
Bêjeyên Sereke: Gotinên Pêşiyan, Pênasekirin, Senifandin, Berhevkirin.Birincil Dil | Türkçe |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 27 Ocak 2016 |
Gönderilme Tarihi | 13 Eylül 2015 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2015 Cilt: 6 Sayı: 2 |
ISSN: 1309-6087, e-ISSN: 2459-0711
Mukaddime is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).