Araştırma Makalesi

Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”

Cilt: 4 Sayı: 16 31 Aralık 2021
PDF İndir
KU EN

Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”

Öz

Mirin, di tarîxa mirovahiyê de ji qadên cuda yên hunerê heta felsefe û dînan, bûye tema û mijareke girîng. Ji ber ku ew ji têgeheştina insan der bûye, di encama hewlên ji bo fêmkirina mirinê, lîteraturên curbicur pêk hatine. Bi taybet hin qadên wek metafizîk û teolojiyê, li pey sirrên mirinê ketine û hindekan li gor xwe bersivên wê mu‘emmayê dane. Ji ber wê jî ji metnên teolojiyê heta metnên felsefî û edebî wek lîteratureke berfirek heta îro hatiye. Bi berhevbûna wan metnan û xebatên li ser wan jî qada eskatolojiyê pêş ketiye. Di nava wan metnên balkêş yên eskatolojiyê de rêwîngiyên wek “seferên metafîzîk” yan jî “çûna alema din” û “seyahetên ber bi alema piştî mirinê” derdikevine pêş ku ew seferene, mijara sereke ya vê xebatê ne. Ji “destana Gilgameş”ê û Ardavîrafnameya ku mijara wê sefera muxekî/ezîzekî Zerdeştî ya bo Cennet û Cehenemê heta “mî’racname”yên ku derheq çûna Muhemmed Pêxember ya bo Cennet û Cehennemê, herwisa ji “destana Cimcime Siltan” û heta Komediya Ilahiya Dante, paşxaneyeke eskatolojîk çêbûye. Helbet ew paşxane digel mîtos û rîtuelên dewlemend hatiye dariştin ku di çandên cuda de ew bi rêya (cih)guhurîna motîf, mîtos û rîtuelan ve kûrtir û berbelavtir bûye. Di vê çarçoveyê de di çanda Kurdan de jî şax û numûneyên wan mît û rîtuelan têne dîtin ku ew wek metnên serbixwe jî hatine nivîsîn. Di nava wan de jî “destana Cimcime Siltan” û varyantên cuda yên “Beyta Qiyametê” û “Beyta Sekeratê” wek numûyenên balkêş in ku di nava wê paşxaneya eskatolojîk de derdikevin pêş. Di vê xebatê de numûneyên Kurdî yên wekî Sirru’l-Mehşera Feqe Reşîd, varyantên cuda yên Cimcime Siltanê, berhema Mela Yasîn Yusrî Bexçeyê Jiyana Piştî Mirinê dê wek metnên eskatolojîk bêne nirxandin. Herwisa metnê “Beyta Sekeratê” ya nehatî weşandin dê bi muqayeseya ligel varyantên dî ve bê dayîn û analîza wê dê bê kirin. Bi vî awayê dê lîteratura Kurdî ya eskatolojiyê bête nasîn û metnên wê lîteraturê bêne tehlîlkirin.

Anahtar Kelimeler

Teşekkür

Ji ber ku di nivîsîna vê gotarê de çavkaniyên pêwîst bo min hinartin ez sipasiya Mela Mehemed Hekkarî, Metin Yüksel û M. Emin Purçak dikim.

Kaynakça

  1. Açıkgenç, Alparslan. (1995). “el-Esfârü’l-Erbaa.” Diyanet İslâm Ansiklopedisi. cild: 11: 374-376.
  2. Babacan Bursalı, Meryem. (2018). “Cümcüme Sultan Hikâyesi’nin Kökeni Üzerine Bir Giriş Denemesi ve Anlatının Mensur Bir Yeniden Yazım Örneği.” Türk Dili ve Edebiyatı Dergisi. (58). 2: 247-280.
  3. Batuk, Cengiz. (2001). “Ortadoğu Dinlerinde Eskatoloji Mitosları.” Samsun: Ondokuz Mayıs Unv, Sosyal Bil. Enst. (Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî).
  4. Bible. “Genesis”: https://www.biblegateway.com/passage/?search=Genesis%2028&version=NIV (tarîx: 02.12.2021).
  5. Cotkar. (1988). “Efsana Cimcimê Sultan.” Rewşen. 1: 56-58.
  6. Çelebi, İlyas. (2019). “Tezkiretü’l-Kurtubî.” Diyanet İslâm Ansiklopedisi. cild: Ek-2: 595-596.
  7. Çiftoğlu Çabuk, Arzu. (2018). “Cümcüme Sultan Hikâyesinin İlk Mensur Türkçe Çevirisi.” İdil. (7) 48: 897-908.
  8. Dante Alighieri. (2020). İlahi Komedya. (Wer.: Sevinç Elpida Kara & Seçkin Erdi). İstanbul: Alfa.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

31 Aralık 2021

Gönderilme Tarihi

12 Aralık 2021

Kabul Tarihi

25 Aralık 2021

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2021 Cilt: 4 Sayı: 16

Kaynak Göster

APA
Tek, A. (2021). Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. Nubihar Akademi, 4(16), 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607
AMA
1.Tek A. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. NA. 2021;4(16):15-43. doi:10.55253/nubihar.1035607
Chicago
Tek, Ayhan. 2021. “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi 4 (16): 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607.
EndNote
Tek A (01 Aralık 2021) Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. Nubihar Akademi 4 16 15–43.
IEEE
[1]A. Tek, “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”, NA, c. 4, sy 16, ss. 15–43, Ara. 2021, doi: 10.55253/nubihar.1035607.
ISNAD
Tek, Ayhan. “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi 4/16 (01 Aralık 2021): 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607.
JAMA
1.Tek A. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. NA. 2021;4:15–43.
MLA
Tek, Ayhan. “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi, c. 4, sy 16, Aralık 2021, ss. 15-43, doi:10.55253/nubihar.1035607.
Vancouver
1.Ayhan Tek. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. NA. 01 Aralık 2021;4(16):15-43. doi:10.55253/nubihar.1035607

Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.