Research Article

Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”

Volume: 4 Number: 16 December 31, 2021
KU EN

Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”

Abstract

Mirin, di tarîxa mirovahiyê de ji qadên cuda yên hunerê heta felsefe û dînan, bûye tema û mijareke girîng. Ji ber ku ew ji têgeheştina insan der bûye, di encama hewlên ji bo fêmkirina mirinê, lîteraturên curbicur pêk hatine. Bi taybet hin qadên wek metafizîk û teolojiyê, li pey sirrên mirinê ketine û hindekan li gor xwe bersivên wê mu‘emmayê dane. Ji ber wê jî ji metnên teolojiyê heta metnên felsefî û edebî wek lîteratureke berfirek heta îro hatiye. Bi berhevbûna wan metnan û xebatên li ser wan jî qada eskatolojiyê pêş ketiye. Di nava wan metnên balkêş yên eskatolojiyê de rêwîngiyên wek “seferên metafîzîk” yan jî “çûna alema din” û “seyahetên ber bi alema piştî mirinê” derdikevine pêş ku ew seferene, mijara sereke ya vê xebatê ne. Ji “destana Gilgameş”ê û Ardavîrafnameya ku mijara wê sefera muxekî/ezîzekî Zerdeştî ya bo Cennet û Cehenemê heta “mî’racname”yên ku derheq çûna Muhemmed Pêxember ya bo Cennet û Cehennemê, herwisa ji “destana Cimcime Siltan” û heta Komediya Ilahiya Dante, paşxaneyeke eskatolojîk çêbûye. Helbet ew paşxane digel mîtos û rîtuelên dewlemend hatiye dariştin ku di çandên cuda de ew bi rêya (cih)guhurîna motîf, mîtos û rîtuelan ve kûrtir û berbelavtir bûye. Di vê çarçoveyê de di çanda Kurdan de jî şax û numûneyên wan mît û rîtuelan têne dîtin ku ew wek metnên serbixwe jî hatine nivîsîn. Di nava wan de jî “destana Cimcime Siltan” û varyantên cuda yên “Beyta Qiyametê” û “Beyta Sekeratê” wek numûyenên balkêş in ku di nava wê paşxaneya eskatolojîk de derdikevin pêş. Di vê xebatê de numûneyên Kurdî yên wekî Sirru’l-Mehşera Feqe Reşîd, varyantên cuda yên Cimcime Siltanê, berhema Mela Yasîn Yusrî Bexçeyê Jiyana Piştî Mirinê dê wek metnên eskatolojîk bêne nirxandin. Herwisa metnê “Beyta Sekeratê” ya nehatî weşandin dê bi muqayeseya ligel varyantên dî ve bê dayîn û analîza wê dê bê kirin. Bi vî awayê dê lîteratura Kurdî ya eskatolojiyê bête nasîn û metnên wê lîteraturê bêne tehlîlkirin.

Keywords

Thanks

Ji ber ku di nivîsîna vê gotarê de çavkaniyên pêwîst bo min hinartin ez sipasiya Mela Mehemed Hekkarî, Metin Yüksel û M. Emin Purçak dikim.

References

  1. Açıkgenç, Alparslan. (1995). “el-Esfârü’l-Erbaa.” Diyanet İslâm Ansiklopedisi. cild: 11: 374-376.
  2. Babacan Bursalı, Meryem. (2018). “Cümcüme Sultan Hikâyesi’nin Kökeni Üzerine Bir Giriş Denemesi ve Anlatının Mensur Bir Yeniden Yazım Örneği.” Türk Dili ve Edebiyatı Dergisi. (58). 2: 247-280.
  3. Batuk, Cengiz. (2001). “Ortadoğu Dinlerinde Eskatoloji Mitosları.” Samsun: Ondokuz Mayıs Unv, Sosyal Bil. Enst. (Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî).
  4. Bible. “Genesis”: https://www.biblegateway.com/passage/?search=Genesis%2028&version=NIV (tarîx: 02.12.2021).
  5. Cotkar. (1988). “Efsana Cimcimê Sultan.” Rewşen. 1: 56-58.
  6. Çelebi, İlyas. (2019). “Tezkiretü’l-Kurtubî.” Diyanet İslâm Ansiklopedisi. cild: Ek-2: 595-596.
  7. Çiftoğlu Çabuk, Arzu. (2018). “Cümcüme Sultan Hikâyesinin İlk Mensur Türkçe Çevirisi.” İdil. (7) 48: 897-908.
  8. Dante Alighieri. (2020). İlahi Komedya. (Wer.: Sevinç Elpida Kara & Seçkin Erdi). İstanbul: Alfa.

Details

Primary Language

Kurdish

Subjects

-

Journal Section

Research Article

Publication Date

December 31, 2021

Submission Date

December 12, 2021

Acceptance Date

December 25, 2021

Published in Issue

Year 2021 Volume: 4 Number: 16

APA
Tek, A. (2021). Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. Nubihar Akademi, 4(16), 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607
AMA
1.Tek A. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê.” na. 2021;4(16):15-43. doi:10.55253/nubihar.1035607
Chicago
Tek, Ayhan. 2021. “Eskatolojî, Di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-Varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi 4 (16): 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607.
EndNote
Tek A (December 1, 2021) Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. Nubihar Akademi 4 16 15–43.
IEEE
[1]A. Tek, “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”, na, vol. 4, no. 16, pp. 15–43, Dec. 2021, doi: 10.55253/nubihar.1035607.
ISNAD
Tek, Ayhan. “Eskatolojî, Di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-Varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi 4/16 (December 1, 2021): 15-43. https://doi.org/10.55253/nubihar.1035607.
JAMA
1.Tek A. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. na. 2021;4:15–43.
MLA
Tek, Ayhan. “Eskatolojî, Di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-Varyanteke ‘Beyta Sekeratê’”. Nubihar Akademi, vol. 4, no. 16, Dec. 2021, pp. 15-43, doi:10.55253/nubihar.1035607.
Vancouver
1.Ayhan Tek. Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke “Beyta Sekeratê”. na. 2021 Dec. 1;4(16):15-43. doi:10.55253/nubihar.1035607

Nubihar Akademi is licensed under a Creative Commons Attribution-NonCommercial 4.0 International License (CC BY NC).