Piştî gelek trajedîyên ku di sedsala nozdehan da pêk hatin, têgeha "trawma"yê ji maneya ‘birîna laşî’ maneyeke firehtir û di heman demê da pîvaneke navdîsîplînî jî bi dest xist. Nîqaşên li ser têgeha trawmayê her ku çû berfirehtir bûn. Ji bo danasîna şert û mercên psîkolojîk hat bikaranîn ku berê nehatibûn teşxîskirin. Qazîyên ku ji Şerê Cîhanî yê Yekem û yên ku ji Vîetnamê vegerîyabûn; şahid û mexdûrên Holokoustê, kolonîzekirina Afrîkayê û postkolonyalîzm, gelek şerên berdewam, statuya gelên bindest, şexs û kolektîfên xwedî dezawantaj, guhertinên avûhewayê, femînîzm û gelek meseleyên civakî yên din bûn fokûsa xebatên trawmayê. Lêkolîner û rexnegiran, ji xeynî psîkolojî û psîkanalîzê di gelek warên din da jî gelek mesele di çarçoveya trawmayê da hilsengandin. Yek ji wan qadan jî edebîyat bû. Bi taybetî li gorî lêkoler û rexnegirên edebîyatê, hêza edebîyatê hebû ku bûyerên trawmatîk û bandorên wan ji konteksta wê ya rasteqîn derxe û di nav fîksîyonê da temsîl bike; aqlêselîm û empatîyê saz bike; bandora pakkirinê ya vegêranê bi kar bîne, nivîsê û xwendinê wekî alaveke şîfayê bi kar bîne. Mafê axivtinê bide êndin. Di vê xebatê da hat armanckirin ku di çarçoveya lêkolînên trawmayê da pênc romanên Bextiyar Elî yên bi navê Hinara Dawî ya Dinyayê, Qesra Balîndeyên Xemgîn, Êvara Perwaneyê, Bajarê Mosîqarên Spî û Apê Min Cemşîdxan Ku Hertim Bê Li Ber Xwe Dibir di konteksta rêyên pakkirina trawmayan da bên hilsengandin. Ev xebat di her pênc romanan da rêyên pakkirina trawmayan çi ne, wan rêyan vedikole û pê ra jî trawmaya van romanan vedikole bê ka ji bo pakkirina trawmaya gelekî çi erkê didin ser pişta xwe. Di encamê da eşkere bû ku karakterên Elî tu caran derfetên therapeutic (terapotik) û psîkyatrîk ên pakbûnê bi dest naxin û bi rêya: rêwîtî, hogirtî, şîngirêdan û nivîsîne pak dibin
Trawma pakkirin Bextiyar Elî rêwîtî hogirtî şîngirêdan nivîsîn
Piştî gelek trajedîyên ku di sedsala nozdehan da pêk hatin, têgeha "trawma"yê ji maneya ‘birîna laşî’ maneyeke firehtir û di heman demê da pîvaneke navdîsîplînî jî bi dest xist. Nîqaşên li ser têgeha trawmayê her ku çû berfirehtir bûn. Ji bo danasîna şert û mercên psîkolojîk hat bikaranîn ku berê nehatibûn teşxîskirin. Qazîyên ku ji Şerê Cîhanî yê Yekem û yên ku ji Vîetnamê vegerîyabûn; şahid û mexdûrên Holokoustê, kolonîzekirina Afrîkayê û postkolonyalîzm, gelek şerên berdewam, statuya gelên bindest, şexs û kolektîfên xwedî dezawantaj, guhertinên avûhewayê, femînîzm û gelek meseleyên civakî yên din bûn fokûsa xebatên trawmayê. Lêkolîner û rexnegiran, ji xeynî psîkolojî û psîkanalîzê di gelek warên din da jî gelek mesele di çarçoveya trawmayê da hilsengandin. Yek ji wan qadan jî edebîyat bû. Bi taybetî li gorî lêkoler û rexnegirên edebîyatê, hêza edebîyatê hebû ku bûyerên trawmatîk û bandorên wan ji konteksta wê ya rasteqîn derxe û di nav fîksîyonê da temsîl bike; aqlêselîm û empatîyê saz bike; bandora pakkirinê ya vegêranê bi kar bîne, nivîsê û xwendinê wekî alaveke şîfayê bi kar bîne. Mafê axivtinê bide êndin. Di vê xebatê da hat armanckirin ku di çarçoveya lêkolînên trawmayê da pênc romanên Bextiyar Elî yên bi navê Hinara Dawî ya Dinyayê, Qesra Balîndeyên Xemgîn, Êvara Perwaneyê, Bajarê Mosîqarên Spî û Apê Min Cemşîdxan Ku Hertim Bê Li Ber Xwe Dibir di konteksta rêyên pakkirina trawmayan da bên hilsengandin. Ev xebat di her pênc romanan da rêyên pakkirina trawmayan çi ne, wan rêyan vedikole û pê ra jî trawmaya van romanan vedikole bê ka ji bo pakkirina trawmaya gelekî çi erkê didin ser pişta xwe. Di encamê da eşkere bû ku karakterên Elî tu caran derfetên therapeutic (terapotik) û psîkyatrîk ên pakbûnê bi dest naxin û bi rêya: rêwîtî, hogirtî, şîngirêdan û nivîsîne pak dibin.
Trawma pakkirin Bextiyar Elî rêwîtî hogirtî şîngirêdan nivîsîn
After many tragedies in the nineteenth century, the concept of “trauma” gained a more comprehensive and interdisciplinary meaning than “physical injury”. Discussions on the concept have increasingly gained a broader dimension. It has been used to indicate some previously undiagnosed psychological conditions and circumstances. Veterans returning from World War I and Vietnam, witnesses and survivors of the Holocaust, the colonization of Africa and postcolonialism, many ongoing wars, the status of colonized peoples, disadvantaged individuals and collectives, climate change, feminism and many social issues have become the focus of trauma studies. Researchers and critics have addressed many issues outside the boundaries of psychology and psychoanalysis within the framework of trauma. Literature was one of these areas. According to literary critics and researchers in particular, literature had the ability to remove traumatic events from their real context and represent them in fiction; it could create tolerance and empathy, use the healing power of narrative, and transform writing and reading into a healing tool. It could grant the right to speak to people who were marginalized and whose voices were silenced. This study aims to examine the healing of trauma in Bextiyar Eli’s novels Hinara Dawî ya Dinyayê, Qesra Balîndeyên Xemgîn, Êvara Perwaneyê, Bajarê Mosîqarên Spî û Apê Min Cemşîdxan Ku Hertim Bê Li Ber Xwe Dibir within the framework of trauma studies. This study examines the ways of healing trauma in these novels, and also questions what kind of a mission the novels undertake in terms of healing a people’s traumas. We concluded that Eli’s characters never have the opportunity to heal through therapeutic or psychiatric treatment methods; they can heal through travel, friendship, mourning and writing
Trauma healing Bextiyar Eli journey friendship mourning writing
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü |
Bölüm | Araştırma Makalesi |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 31 Aralık 2024 |
Gönderilme Tarihi | 4 Kasım 2024 |
Kabul Tarihi | 28 Kasım 2024 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2024 Sayı: 22 |
Nûbihar Akademî Dergisi Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY NC) ile lisanslanmıştır.