Araştırma Makalesi

Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de

Sayı: Ö13 23 Ekim 2023
PDF İndir
KU

Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de

Öz

Kevneşopiya falê ji berê de parçeyekî jiyana civakî ye. Falbazî jî di dîroka mirovahiyê de yek ji pîşeyên kevintir tê hesibandin. Mirovan ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo ku di bûyerên girîng de biryara rast bigirin serî li falbaz û munecciman dane. Çawa ku hêmanên jiyana civakî di edebiyatê de reng vedidin fal û falvekirin jî di edebiyata klasîk a Rojhilatê de bûne insûrên girîng. Di nimûneyên edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya klasîk de jî em rastî falê û falvekirinê tên. Li gorî vê kesên aşiq ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo gihiştina hezkiriya/ê xwe, pêkhatina meqsed û mirada xwe fal vedikin, diçine remmal û munecciman. Helbestvan jî vê yekê bi awayekî estetîk di helbestên xwe de bi kar tînin. Ji bo rastfêmkirina edebiyata klasîk, ji bo şerha metnî hewce ye mirov wekî hêmanên din ên edebiyata klasîk falê jî bizane û rave bike. Bo nimûne, gava Feqiyê Teyran dibêje “Elîf nayê di fala min” çi qesd dike? Di falê de “elîf hatin” mizgîniya çi ye? Lewma di vê gotarê de emê pêşî bi kurtî behsa falê û sê cureyên wê bikin. Ev, fala Qur’anê/kitêbê, reml/remmalî û ilmê nucûm in ku di metnên edebî de herî zêde ew derdikevine pêşiya me. Piştî danasîna van falan emê di nav rûpêlên edebiyata Kurdiya Kurmancî ya klasîk de li nimûneyên wan bigerin. Dîwanên helbestvanên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Perto Beg, Seyid Eliyê Findikî, Namî; herwiha mesnewiyên eşqê yên wekî Mem û Zîn û Seyfulmulûkê wê çavkaniyên me yên sereke bin. Ji bo başfêmkirina mijarê emê ji folklora Kurdî û ji çavkaniyên edebiyata Osmanî jî nimûneyan bînin. Bi vî rengî emê hewl bidin têkiliya edebiyata Kurdî ya klasîk û jiyana civakî jî nîşan bidin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Attı, H. (2013). Lêkolîneke Folklorî Li Ser Destana Mem û Zînê. Teza Lîsansa Bilind, Mêrdîn: Zanîngeha Artuklu.
  2. Aydın, M. (1995). Fal. TDV İslâm Ansiklopedisi. (Gihîn: 07.06.2023), https://islamansiklopedisi.org.tr/fal#1.
  3. Aydüz, S. (2006). Osmanlı Devleti’nde Müneccimbaşılık Müessesesi. Belleten, 70 (257), 167-264.
  4. Bazîdî, M. M. (2016). ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye. Murat Çelik (Amd.). Stenbol: Nûbihar.
  5. Celîl, O. & Celîl, C. (1978). Zargotina Kurda. I-II, Moskova: Nauka.
  6. Cindî, H. (2014). “Aybeg” di nav Hikyatêd Cimeata Kurda Kitêba IV (r. 67-78), Stenbol: Rûpel.
  7. Çelebi, İ. (2007). Remil. TDV İslâm Ansiklopedisi. (Gihîn: 27.05.2023), https://islamansiklopedisi.org.tr/remil.
  8. Demir, Y. (2019). Dîwana Namî (Fehmî Begê Pêçarî): “Meġmuru‘d-Dewawîn” (Metn û Lêkolîn). Teza Lîsansa Bilind, Mêrdîn: Zanîngeha Artuklu.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

23 Ekim 2023

Gönderilme Tarihi

30 Ağustos 2023

Kabul Tarihi

23 Ekim 2023

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2023 Sayı: Ö13

Kaynak Göster

APA
Arslan, M. (2023). Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de. RumeliDE Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi, Ö13, 1468-1482. https://doi.org/10.29000/rumelide.1379377