Araştırma Makalesi

BERHEMEKA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ: XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ

Cilt: 13 Sayı: 3 30 Aralık 2021
PDF İndir
TR KU

BERHEMEKA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ: XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ

Öz

Yek ji berhemên resen ên koleksîyona Aleksandre Jabayî ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, Xeberdana Zimanê Kurmancî ye ku hin piratîkên axaftina kurmancîyê dihewîne. Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve di sala 1865an da li Erziromê hatîye nivîsîn. Ev berhema ku bi mebesta hînkirina zaravayê kurdîya kurmancîyê hatîye sazkirin, di derbarê qadên cihê yên jîyanê da pirsyaran û bersivên wan îhtîwa dike. Digel ku ji bo hînkirina kurmancîyê hatîye amadekirin, tê da rêziman tune ye. Pirtûk, ji alîyê Aleksandre Jabayî ve hem hatîye latînîzekirin û hem jî di bin navê “Dialogues Entre Deux Kurdes”ê (Xeberdana Di Navbera Du Kurdan Da) da hetîye wergêrîn. Destxet ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike, deforme nebûye. Li ser rûpelên vê berhemê, ku bi kurdîya erebîyê hatîye nivîsîn, werger û latînîzekirina Jabayî û notên wî hene. Berhem ji 86 rûpelan, anku ji 43 wereqan pêk tê. Destxet, hin mijarên wek silavdayîn, hevnasîn, alîkarî, eşîret, eqreba, zewac, zar û zêç, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welatan, hejmar, pere û seyahetê di nava dîyalogan da pêşkêş kirîye. Herweha, hêja ye ku berhem digel cureyên hevoka kurdî, ji alîyê hin mijarên rêzimanê yên wek hevok, navdêr, gire, tewang, hevwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, ravek, dem, hoker, gihanek, xalbendî, peyvnasî, dengnasî û alfabeyê ve bê vekolîn.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. ÇAVKANÎ Aydın, Tahirhan, “Sefheî Sibyan a Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 5, jimar: 10, (2018), 103-128.
  2. Aydın, Tahirhan, “Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar: 11, (2019), 145-157.
  3. Aydın, Tahirhan, “Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II ya Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar:12, (2019), 89-98.
  4. Bazîdî, Mela Mehmûd, Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd46, Erzirom, 1866).
  5. Bazîdî, Mela Mehmûd, Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd08, Erzirom, 1866).
  6. Bazîdî, Mela Mehmûd, Xeberdana Zimanê Kurmancî, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865).
  7. Jaba, Aleksandre, Catalogue De Manuscrits Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd53).
  8. Jaba, Aleksandre, Dialogues Entre Deux Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865).

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yazarlar

Yayımlanma Tarihi

30 Aralık 2021

Gönderilme Tarihi

26 Ekim 2021

Kabul Tarihi

17 Aralık 2021

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2020 Cilt: 13 Sayı: 3

Kaynak Göster

ISNAD
Aydın, Tahirhan. “BERHEMEKA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ: XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCΔ. Şarkiyat 13/3 (01 Aralık 2021): 1058-1069. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1015235.

Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.


27787