Araştırma Makalesi

GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ

Cilt: 12 Sayı: 4 31 Aralık 2020
PDF İndir
KU TR

GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ

Öz

Gulzara Şêx Tahirê Şoşî ji aliyê avahiya derekî ve wek mesnewîyeke xweser a edebiyata Kurdî ya klasîk derdikeve pêş. Dema em mesnewîyên hemû diyalektên edebiyata Kurdî li ber çavan digirin, em dibînin ku vê kêliyê Gulzara Şêx Tahirê Şoşî (k.d.1962) bi 16.000 beytan ji aliyê qewareyê ve di pileya herî bilind de ye. Bêguman ev xweseriya herî girîng a Gulzarê ye. Gulzara Şoşî wek hemû mesnewîyan ji beşên dîbace, mijara sereke û xatîmeyê pêk tê. Ji van beşan bi taybetî dîbace gelekî xweser e. Dîbaceya Gulzarê ji alîyê dewlemendîya mijaran ve (tehmîd, ne’t, çar xelîfe, amanc, girîngî, sebebê te’lîfê, çavkanî, tarîx û lêborîn) gelekî xweser e. Dîbaceya Gulzarê digel Mem û Zîna Xanî û Rewdu’n-Ne’îma Rûhî yek ji sê dîbaceyên herî girîng a edebiyata Kurmancî ye. Gulzara Şoşî jî bi qalibê “mef’ûlu mefa’ilun fe’ûlun” hatiye nivîsin ku ev qalibekî standart û berbelav ên mesnewîyên edebiyata Farisî û Kurdiya Kurmancî ye. Şoşi bi vî awayî xestîye mesnewîya di nav tradîsyonê de cih bigire. Di gotarê de aliyên avahiya derekî a Gulzarê bi rêbazên zanistî û bi awayekî berfireh tên pêşkêşkirin, berawirdiya wê bi standarta mesnewîyên Farisî re tê kirin û cih û xweseriyên wê di nav mesnewîyên Kurdî de tê tesbîtkirin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Adak, Abdurrahman , Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdi ya Klasik de , Nûbihar, Ist. 2019.
  2. Adak, Abdurrahman, “Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Cureyeke Edebî: Zanistên Îslamî”. Nûbihar, s. 2015, j. 132, r. 5-9.
  3. Aqtepî, Şêx Ebdurehman, Rewdu’n Neîm, (amd. Tehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Dihok 2011.
  4. Can, Şêx Mihemed , Leyl û Mecnûn (Wergêr ji tîpên Erebî: Zeynelabidîn Zinar), Pencînar, Stockholm 1992, r. 13-29.
  5. Çemenara, Behrûz “Deramedî ber Edebî Hemasî û Pehlewaniyê Kurdî ba Tekye ber Şahnameê Kurdî”, Custarhayê Edebî Mecelleê ‘Ilmî Pejûheşî, s. 1390, j. 172, r. 119-148.
  6. Çetin, Nihad M., Eski Arap Şiiri, çapa duyem, Kapı Yay. İst. 2011.
  7. Çiçekler, Mustafa, “Mesnevi” yıl: 2004, cilt: 29, sayfa: 320-322.
  8. Doskî, Tehsîn Îbrahîm, “Pêşgotin”, Vehînoka Rewdu’n Neîm, (ber. Tehsîn Îbrahîm Doskî, Spîrêz, Dihok 2011.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

31 Aralık 2020

Gönderilme Tarihi

9 Aralık 2020

Kabul Tarihi

14 Ocak 2021

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2020 Cilt: 12 Sayı: 4

Kaynak Göster

ISNAD
Adak, Abdurrahman. “GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKΔ. Şarkiyat 12/4 (01 Aralık 2020): 1506-1534. https://doi.org/10.26791/sarkiat.838121.

Cited By

Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.


27787