Araştırma Makalesi

WERGEREKE JI EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ DI KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR Û YEK ŞEVÊ)

Cilt: 13 Sayı: 3 30 Aralık 2021
PDF İndir
TR KU

WERGEREKE JI EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ DI KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR Û YEK ŞEVÊ)

Öz

Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat (Sûrat) e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine nivîsîn) ye. Schamir ji bo rojhilatnasê Almanî Eduard Sachau (1845-1930) xebitîye û gelek destxetên Fellîhî, Erebî û Kurdî (Gerşûnî) îstinsax kirine û ji Sachau re şandine. Yek ji van destxetan bi navê Sachau 200 li Pirtûkxaneya Eyaletî ya Berlînê-Mîrateya Çandî ya Prûsyayê (Staatsbibliothek zu Berlin- Preußischer Kulturbesitz) di nav koleksîyona Destxetên Rojhilat (Orientalische Handschriften) de hatiye qeydkirin. Di vê destxetê de digel ferhengokeke rêzimanî ya Erebî-Fellîhî-Kurdî çend hîkayet, çîrok, destan û kilam jî cih digirin. Di vê xebata me de em ê ji wan hîkayetan, a bi navê Şebê Şêst û Dû-Ji Çîroka Hezar Şeb û Şebek bixebitin ku weku wergera ji Erebî bo Fellîhî û Kurdî hatiye kirin. Ev destxet bi tevahî ji 66 wereqan pêk tê ku çîroka navborî ji wereqa 29v dest pê dike heya wereqa 33r dewam dike. Digel nasandina vê destxetê, di vê lêkolînê de çîroka me ya navborî hatiye latînîzekirin û herwiha bi zimanê îroj hatiye nûjenkirin. Ji bilî wê, berawirdkirina vê çîrokê bi ya Erebî û wergerên din ên îroyîn re jî hat kirin. Di encama vê xebatê de wergereke ji zimanên bîyanî bo Kurdî ya ku di sala 1883yan de hatiye kirin, peyd bû û bi lêkolîneran re hat parvekirin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Al-Muqaffa. Elf Leyle we-Leyle. Mısır: Bulaq al-Amiriya Press, 1935.
  2. Avcı, Remzi. Seyahat Notları ve Oryantalist Bilgi Üretimi: Eduard Sachau (1845-1930) Örneği. Diyalog Interkulturelle Zeitschrift Für Germanistik, 8/1, (2020), 29-47.
  3. Azîzan, Herekol. Lavijên Mîr Miheme. Fırat Cewerî (amd.). Hawar, Hej. 29, (1941), 727-729.
  4. Bedirxan, Celadet Alî. Lavij. Fırat Cewerî (amd.). Hawar, Hej. 25, (1934), 654-662.
  5. Bulut, Aziz. Türkçe-Süryanice/Süryanice-Türkçe Sözlük. Hengelo Hollanda: Süryani Mor Efrem, 1996.
  6. Daraxa, Cewher Mehmûd. Hezar û Yek Şewe. Berg (1.), Çapa (4.). Silêmanî: Endêşe, 2015.
  7. Dehqan, Mustafa and Mengozzi, Alessandro. A Kurdish Garshuni Poem By David Barazne (19th Century). Hugoye: Journal of Syriac Studies, Vol. 17.1, (2014), 53-79.
  8. Digitale Bibliothek der SBB https://digital.staatsbibliothek-berlin.de/ (24.02.2021).

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

30 Aralık 2021

Gönderilme Tarihi

1 Eylül 2021

Kabul Tarihi

17 Aralık 2021

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2020 Cilt: 13 Sayı: 3

Kaynak Göster

ISNAD
Subaşı, Kenan - Direkçi, Lokman. “WERGEREKE JI EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ DI KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR Û YEK ŞEVÊ)”. Şarkiyat 13/3 (01 Aralık 2021): 1034-1057. https://doi.org/10.26791/sarkiat.989490.

Cited By

Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.


27787