Îlmê tecwîdê, ji duwazdeh îlmên ku di perwerdeya medreseyên kurmanc û dimilîyan de li Bakur hatine fêrkirin, li kêleka îlmên bingehîn ên Îslamî yên mîna rêzimana erebî, hedîs, tefsîr, fiqih, kelam, sîyer û tesewwufê cih girtîye. Herçiqas di nav kitêbên rêzê de ev şaxê îlim cih nagire jî, mîna Mewlûda Bateyî, Necu’l-Enama M. Xelîlê Sêrtî, û Nûbihara Xanî, di destpêka perwerdeyê de hatîye hînkirin. Digel ku muderris û alimên kurmanc û dimilîyan gelek kitêbên mezin di biwarê zanistên Îslamî de bi zimanê erebî û carinan jî bi kurmancî û dimilî nivîsîne jî, hejmara kitêbên têkildarî îlmê tecwîdê li ber wan gelek kêm e. Lewre di vê lêkolînê de me hinek cih da lêgerîn û nîqaşa li ser rewşa wan a di perwerdeya medreseyên Bakur de û ew nirxandin. Di nav van berhemên têkildarî îlmê tecwîdê de Zubdetu’t-Tecwîd li’t-Talibi’l-Mustefîd”a Ebdurrehman el-Farûqî bi raburdûya dîrokî, teşe, naverok û zimanê xwe hêjayî lêkolîn, nîqaş û analîzê ye. Lewre di vê gotarê de piştî ku me hinek agadarî li ser tecwîdnameyên menzûm û mensûr ên kurmancî berhev kirin, me ev berhema navbihurî da ber xwe û li ser wê kûr bûn.

| Primary Language | English | 
|---|---|
| Subjects | Literary Studies | 
| Journal Section | Research Articles | 
| Authors | |
| Publication Date | April 30, 2021 | 
| Submission Date | January 10, 2021 | 
| Published in Issue | Year 2021 Issue: 4 |