Araştırma Makalesi

Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de

Cilt: 15 Sayı: 1 30 Mayıs 2024
PDF İndir
EN KU TR

Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de

Öz

Dengbêj bi deng û şêwazên xwe yên taybet, fenanî dîroknasên devkî ji repertuarên xwe yên berfireh ên li dor babetên cihêreng ên wekî evîn, şer, qehremanî û hwd. qewamên giring ên raboriyê vedigêrin û bi vî karî ew dibin hilgirên herî berçav ên çanda devkî ya kurdî. Kilam, vegêrana helbestî ya dengbêjan xwedî wê şiyanweriyê ne ku gewherê wan qewaman biparêze ku ew di bîra civakî ya kurdî de bi giringiya xwe berçav in û wan bîne destedewrî nifşên siberojê bikin. Ev xebat bala dilê xwe berdide ser kilama “Geliyê Zîlan” ya Dengbêj Reso (1902-1983) û kilama “Keremê Elî” ya ku ji aliyê Dengbêj Nuroyê Meter (1941-2020) ve hatiye îcrakirin û temsîlên çandî û dîrokî yên herdu kilaman derdixe mexderê ku bi nav û nîşanên erdê ve hatine nitirandin. Di çarçoveya van herdu kilaman de ev xebat balê dikişîne ser girîngiya navên cihan ên di vegêranên devkî yên kurmancî de ku gelek caran di kilamên dengbêjan de cih digirin û bi wateyên xwe yên sembolîk derdikevin pêş. Dengbêj bi rêya nîşan û temsîlên mekanî hewl didin ku hafizeya li dor mekan avabûyî zindî bihêlin û li hemberî kiryara jibîrkirinê berxwedaneke xurt a vegêranî biafirînin, bi vî rengî kilam ji vegêraneke helbestî ber bi dîrokbêjiyeke dijber û alternatîf vediguherin. Herwiha ew destnîşan dikin ku cih û warên bi rengekî di kilaman de cih digirin, rengvedanên rastiya civakî vedigêrin ku ew wekî ‘mekanên bîrê’ [lieux de mémoire] qewama raboriyê bergewde dikin. Ev mekanên bîrê ne tenê rê û rêkarên alternatîf ên bibîrxistinê pêşkêş dikin ku civat bi wan bi rengekî berxwedêr lê dixebite ku raboriya xwe ya hevpar bi cemawerî bi bîr bîne, ew herwiha bi bîrê re têkildar, nav û îşaretên mekanî, ango ‘kilamxane’yên sembolîk/devkî ava dikin ku meriv dikare di dewsa mûzexaneyan de bihesibîne. Di çarçoveya xebata berdest de, bi nêrîneke multîdîsîplîner ji bo ku tevkariyê li nirxandina naveroka herdu kilaman bike ji lîteratura dîroka devkî ya derheq Zîlanê de hate istifadekirin û piştî Zîlanê kiryara ji nû ve binavkirina hin der û deveran bi amanca bîranînê (commemorative place naming) û fonksîyona vê navguhertinê ji bibîrxistina qewamê hate nîqaşkirin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Alakom, R. (2020). Hoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması. İstanbul: Avesta.
  2. Alderman, D. H. (2000). New Memorial Landscapes in the American South: An Introduction, The Professional Geographer, 52(4), 658–660.
  3. Aras, A. (2018). Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê. Stenbol: Nûbihar.
  4. Aslan, M. (2022). Analîza taybetmendîyên hunera dengbêjîyê, Folklor û Ziman, 3(1), 39-66.
  5. Azaryahu, M. (2009). Naming the Past: The Significance of Commemorative Street Names, in Berg L. D. and Vuolteenaho, J. (eds) Critical Toponymies: The Contested Politics of Place Naming. Aldershot: Ashgate, 53–70.
  6. Basso, K. (1996). Wisdom sits in places: Landscape and language among the Western Apache. Albuquerque: University of New Mexico Press.
  7. Blumenfeld, E. R. (2011). Poetry of witness, survivor silence, and the healing use of the poetic, Journal of Poetry Therapy, 24(2), 71-78.
  8. Bretéque, E. A. D. L. (2012). Voices of sorrow: Melodized speech, laments, and heroic narratives Among the Yezidis of Armenia. Yearbook for Traditional Music, 44, 129–148.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

Kürt Dili, Edebiyatı ve Kültürü

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

30 Mayıs 2024

Gönderilme Tarihi

16 Mart 2024

Kabul Tarihi

27 Mayıs 2024

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2024 Cilt: 15 Sayı: 1

Kaynak Göster

APA
Delikaya, Ö. (2024). Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime, 15(1), 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602
AMA
1.Delikaya Ö. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 2024;15(1):15-40. doi:10.19059/mukaddime.1453602
Chicago
Delikaya, Ömer. 2024. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime 15 (1): 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602.
EndNote
Delikaya Ö (01 Mayıs 2024) Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime 15 1 15–40.
IEEE
[1]Ö. Delikaya, “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de”, Mukaddime, c. 15, sy 1, ss. 15–40, May. 2024, doi: 10.19059/mukaddime.1453602.
ISNAD
Delikaya, Ömer. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime 15/1 (01 Mayıs 2024): 15-40. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1453602.
JAMA
1.Delikaya Ö. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 2024;15:15–40.
MLA
Delikaya, Ömer. “Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de”. Mukaddime, c. 15, sy 1, Mayıs 2024, ss. 15-40, doi:10.19059/mukaddime.1453602.
Vancouver
1.Ömer Delikaya. Navê Cihan, Mekanên Bîrê û Geliyê Zîlan di Çanda Dengbêjiyê de. Mukaddime. 01 Mayıs 2024;15(1):15-40. doi:10.19059/mukaddime.1453602

Cited By