Araştırma Makalesi

Şerha Tesewifî ya Qesîdeya “Bangê Weys” a Kerbelayî

Cilt: 14 Sayı: 2 31 Ağustos 2022
PDF İndir
EN TR KU

Şerha Tesewifî ya Qesîdeya “Bangê Weys” a Kerbelayî

Öz

Wisa tê bawerkirin ku ji nifşa tabi‘în Weys el-Qerenî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bibîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisabê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uweysî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşîbendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşîbend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Xucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek girîng e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û medhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhemedê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbelaî hatiye nasîn. Kerbelaî yek ji endamê malbata Axtepiyan e ku ew malbat daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Kerbelaî ya ku bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin, ew yek ji wan qesîdeyên girîng e ku kûrahiya şair di edebiyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bange Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şîrove û rave bikin.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Algar, H. (2012). Nakşibendîlik. Cüneyd Köksal û yên din. (Wer). İnsan.
  2. Ali b. Huseyn (2010). Reşahât, Ayn-ül Hayat. Süleyman Kuku (Amd). Fenomen.
  3. Âsım Efendi, M. (2009). Burhân-ı Katı. Türk Dil Kurumu.
  4. Aykaç, Y. (2015). “Dîwana Hezîn (Metin, Lêkolîn û Ferheng)”, Teza Masterê, Zanîngeha Mardin Artuklu.
  5. Aynî, M. A. (1992). Tasavvuf Tarihi, Hüseyin Rahmi Yananlı (Amd), Kitabevi.
  6. Bağdâdî, M. H. (2013). Divan, Mevlânâ Halid-i Bağdadî. Abdulcebbar Kavak (Amd). Semerkand.
  7. Bolayır, A. E. (2018). Metin Şerhine Giriş. Halil Çeltik (Amd.). H Yayınları.
  8. Cebecioğlu, E. (2014). Tasavvuf Terimleri ve Deyimleri Sözlüğü. Otto.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

-

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

31 Ağustos 2022

Gönderilme Tarihi

6 Mayıs 2022

Kabul Tarihi

24 Ağustos 2022

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2022 Cilt: 14 Sayı: 2

Kaynak Göster

ISNAD
Başçı, Veysel - Aykaç, Yakup. “Şerha Tesewifî ya Qesîdeya ‘Bangê Weys’ a Kerbelayî”. Şarkiyat 14/2 (01 Ağustos 2022): 537-562. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1113022.

Cited By

Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.


27787