Araştırma Makalesi

GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ

Cilt: 17 Sayı: 2 31 Aralık 2025
PDF İndir
EN KU TR

GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ

Öz

Ev xebat ku dide pey mîrasa Evdê Şerê (1870–1961) û Hesen Nazî (1889–1989), du birayên şair (dengbêj û destanbêj) ên ji bajarê Efrînê, dixwaze rola wan a di nav edebiyata kurdî ya devkî û veguhestina çandî de nîqaş bike. Bi vê meqsedê, jiyan, berhemên hunerî, repertuar û bandora wan a li ser şaîrên peyrewên wan, di çarçoveya girêdanên nav-malbatî yên xurt û pratîkên hînkirinê yên şagirtîtiyê de vedikole. Herdu birayên sazbend û şair, ne ku tenê destanên kurdî bi tembûrê îcra kirin, lê herwiha afirînerî û hostatiya xwe jî nîşan didan bi wan kilamên ku bi xwe çêdikirin. Di vê xebatê de nezelaliya xwedîtiya kilameke herdu şairan tê nîqaşkirin û hin kilamên aidî wan jî tên destnîşankirin. Kilama “Xarzî Mihemed”, berhema hevpar a herdu şairan ku di gewher de li ser mirina xwarziyê wan hatiye çêkirin ji dengê Hesen Nazî hate bernivîsandin û bi awayekî berawirdî ligel varyantên di serdemên cuda de hate nîqaşkirin. Di varyantên kilamê de ku ji sala 1938an û vir de derketine holê, rengvedana tevgera Murîdan û veguherînên referansên erênî yên li ser Mustafa Kemal (Atatürk) çawa cih hêlaye bo Leyla Qasimê ku kesayetiyeke sembolîk a tevgera siyasî ya kurd e li Iraqê, wekî ji nû ve bicihkirinên îdeolojîk ên li gorî hestiyariyên siyasî û serdemî yên guhdaran rûdidin, di çarçoveya têgeha ekolojiya nerîtê ya Honko de hate vekolandin. Di dawiyê de, ev xebat herdu şairan di çarçoveya wan a çandî de wekî aktorên afirîner bi cih dike û bi rêya hevpeyvînên derbarê pratîkên wan ên hunerî, muzîkî û repertuarê de, herwiha qeydên cihêreng ên dîjîtal, perspektîfeke biyografîk pêşkêş dike.

Anahtar Kelimeler

Kaynakça

  1. Abdulrahman Ebdê Şaerê. “رَةً خاصَْةٌ مَعَ الفَنَّان عَبْدُ الرَحْمَن عَبْدِي شَاعِرَه و وَعَازِف البُزُق أَكْرَم نَازِي || Ebdulrehman Ebdê Şearê”. YouTube. 25 Aralık 2020. https://www.youtube.com/watch?v=zz7DnoW6GGA
  2. Alano Rewan. “Mişo Bekebûr”. YouTube. 3 Mart 2012. https://www.youtube.com/watch?v=popjAlopB5o
  3. Blum, Stephen - Hassanpour, Amir. “The Morning of Freedom Rose up: Kurdish Popular Song and the Exigencies of Cultural Survival”. Popular Music, 15(3), 1996, 325–343.
  4. Celîl, Celîlê. Zargotina Kurdên Sûrîyeyê. Ankara: Wardoz, 2021.
  5. Celîl, Ordîxanê - Celîl, Celîlê. Zargotina Kurda 1: Êpîk, Dastan. Wien: Înstîtûta Kurdzanîyê, 2014a.
  6. Celîl, Ordîxanê - Celîl, Celîlê. Zargotina Kurda 2: Êpîk, Dastan. Wien: Înstîtûta Kurdzanîyê, 2014b.
  7. Çiyayê Kurmênc Official Mihemed Dîlber. “ناحِيَة شْرَان المَرَكُز وَقُرْيَة نَازَا Efrîn navçeya Şera û gundê Naza”. YouTube. 12 Şubat 2020. https://www.youtube.com/watch?v=wIZ8P8QOdL0
  8. Delikaya, Ömer. “Aşiqê Eşqê: Dengbêj û Sazbend Xalidê Xendeqa”. In Cumhuriyetin 100. Yılında Ergani: Din-Eğitim-Kültür. Bursa: Ekin Yayınevi, 2023.

Ayrıntılar

Birincil Dil

Kürtçe

Konular

Dil Çalışmaları (Diğer)

Bölüm

Araştırma Makalesi

Yayımlanma Tarihi

31 Aralık 2025

Gönderilme Tarihi

2 Temmuz 2025

Kabul Tarihi

2 Aralık 2025

Yayımlandığı Sayı

Yıl 2025 Cilt: 17 Sayı: 2

Kaynak Göster

ISNAD
Delikaya, Ömer. “GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZΔ. Şarkiyat 17/2 (01 Aralık 2025): 325-347. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1732707.

Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.


27787