Cilt: 2 Sayı: 2, 30.10.2021

Yıl: 2021

Kovara Kurdî ya Folklor û Zimanî kovareka navneteweyî ya bihekem e û dê ji şeş mehan carekê (Gulan û Kanûna Paşî) derkeve. Di kovarê da dê xebatên akademîk ên li ser folklor û zimanê kurdî bên weşandin. Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, jîyana rojane, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê, yên cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd wê bên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfo-sentaks, zimanzanîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih bigirin.

Di kovarê da dê xebatên akademîk ên li ser folklor û zimanê kurdî bên weşandin. Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê, yên cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd wê bên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfo-sentaks, zimanzanîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih bigirin. Gotarên bi hemû devok û zaravayên kurdî (kurmancî, soranî, zazakî, goranî) dê  bên weşandin.

RÊBAZA NIVÎSÎNA GOTARAN


- Nivîs divê, wekî belgeya Microsoft Word, li ser kaxeza A4ê, di mezinahîya 12 pûntoyan da û bi her du alîyan paldayî be. Di navbera risteyan da divê navber 1.5 be.


- Dirêjahîya gotaran divê ji 25 rûpelî zêdetir nebe.


- Divê di gotaran da ev rêza serenavan bihê şopandin: Sernavê gotarê, navê nivîskarê/î, kurte, metina gotarê, çavkanî û eger hebe pêvek.


- Divê kurte hem bi kurdî, hem jî bi îngilîzî bihê nivîsîn û di dawîyê da “bêjeyên sereke/key words” hebin.


- Ji bo jêgirtin û referansan divê sîstema APA 6ê bihê şopandin.


- Şandina gotaran, pêvajoya nirxandin û weşandinê li ser https://dergipark.org.tr yê dê bihêne birêvebirin.


- Di pêvajoya nirxandinê da hekem û nivîskar hev nas nakin.


- Berpirsyarîya bîr û boçûnên di gotaran da, ya xwedîyên gotaran e.


- Rastnivîsîna gotarên ji bo dîyalekta kurmancî, dê li gor Rêbera Rastnivîsînê be ku ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye weşandin.



Nîşandana Sernavê Gotarê û Navê Nivîskar/Nivîskaran

1. Sernav divê di navendê da û bi tîpên mezin be.


2. Navê nivîskarê/î/an divê di bin sernavê gotarê da li alîyê rastê bihê/n nivîsîn. Eger sazîyeka nivîskarê/î/an hebe, divê li jêrenotê bihê destnîşankirin.


3. Di serê gotarê da divê kurteyeka di navbera 100-200 bêjeyan da hebe û 4-5 bêjeyên sereke hatibin dîyarkirin. Herweha divê îngilîzîya kurteyê jî piştê ya kurdî tê da hebe.


Di çerçoveya APA 6ê da, ji bo rêbaza nîşandayîna çavkanîyên curbicur hin agahîyên sereke:


1. PIRTÛK


Pirtûkên ku nivîskarên wan yek kes in:


Paşnav, N. (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk (hejmara çapê heger hebe.). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.


Mînak:

Pertev, R. (2018). Folklor û nasnameya kurdî ya neteweyî (1898-1946). İstanbul: Avesta.


Freud, S. (1914). The psychopathology of everyday life. (A. A. Brill, Trans.). London: T. Fisher Unwin.


Di nava metinan da:


Mînak:

Pertev (2018) di wê xebata xwe da tegiha “cewherîgerî”yê bi kar diîne (r. 167).

“Celadet jî wek Dr Lonnröt li Kalevalayeka kurdî digerîya ku kurd xwe pê şanaz bikin” (Pertev, 2018, r. 301).


Pirtûkên ku nivîskarên wan ji yekê zêdetir in:

a. Pirtûkên ku nivîskarên wan du kes in:

Paşnav, N., & Paşnav, N. (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk (hejmara çapê heger hebe.). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.


Mînak:

Greenbaum, S., Geral, N. (2009). An introduction to English grammar (3rd ed.). UK: Routledge.

Di nava metinan da:

Greenbaum û Geral (2009) li ser vê bawerîyê ne ku … (r. 74).

… (Greenbaum & Geral, 2009, r. 88).

b. Pirtûkên ku nivîskarên wan sê kes yan jî zêdetir in:

Mînak:

Paşnav, N., Paşnav, N., & Paşnav, N. (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.

Yıldırım, K., Pertev, R., û Aslan, M. (2013). Ji destpêkê heta niha folklora kurdî. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları.

Tomblin, S., MacLeod, N. & Sousa, S. R., & Coulthard, M. (2012). Proceedings of the International Association of Forensic Linguists. Birmingham: Centre for Forensic Linguistics.

Di nava metinan da:

Mînak:

Yıldırım, Pertev û Aslan (2013) dibêjin ku… (r. 193).

Tomblin û yd (2012) amajeyê bi vê xalê dikin ku … (r. 17).

… (Tomblin & yd, 2012, r. 4)

Pirtûkên ku ji zimanekî din hatine wergerandin:

Paşnav, N. (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. (werg. N. Paşnav). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.

Hassanpour, A. (2005). Kürdistanda dil ve milliyetçilik (1918-1985). (werg. İ. Bingöl., C. Gündoğan). İstanbul: Avesta.

Freud, S. (1914). The psychopathology of everyday life. (A. A. Brill, trans.). London: T. Fisher Unwin.

Di nava metinan da:

Mînak:

Hassanpour (2005) di xebata xwe da… (r. 67).

Freud (1914) tekezîyê li ser vê xalê dike ku… (r. 109).

Pirtûkên ku edîtorên wan hene:


Paşnav, N. (Ed.). (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk (hejmara çapê). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.

Mînak: Aspinall, V. (Ed.). (2014). Clinical procedures in veterinary nursing (3rd ed.). Edinburgh, Scotland: Elsevier.

Kanegsberg, B., & Kanegsberg, E. (Eds.). (2011). Handbook for critical cleaning (2nd ed.). Boca Raton, FL: CRC Press.


Di nava metinan da:

Mînak:
Aspinall (2014) dibêje ku … (r. 11).

… (Aspinall, 2014, r. 19).

Beşek yan gotareka ku di nava pirtûkeka biedîtor da ji hêla nivîskarekê/î ve hatîye nivîsîn:

Paşnav, N. (sal). Navê gotarê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Di nava N. Paşnav. (Ed.), Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk (eger hebe hejmara çapê, rûpelên destpêk û xelasbûna gotarê). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.


Mînak:

Palmer, F. (2007). Treaty principles and Maori sport: Contemporary issues. In C. Collins & S. Jackson (Ed.), Sport in Aotearoa/New Zealand society (2nd ed, pp. 307-334). South Melbourne, Australia: Thomson.

Carter, R., Hughes, R., & McCarthy, M. (1998). Telling tails: Grammar, the spoken language and materials development. In B. Tomlinson (Ed.), Materials development in language teaching (pp. 67-86). Cambridge: CUP.

Di nava metinan da:

Mînak:

Palmer (2007) di derbarê vê mijarê da weha tîne ziman ku … (r. 318).
… (Palmer, 2007, r. 318).

Beşek yan gotareka ku di nava pirtûkekê da ji hêla du nivîskaran ve hatîye nivîsîn:

Paşnav, N., & Paşnav, N. (sal). Navê gotarê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk ne îtalîk. Di nava N. Paşnav (Ed.), Navê pirtûkê bi awayê îtalîk, û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. (eger hebe hejmara çapê, rûpelên destpêk û xelasbûna gotarê). Cihê çapê: Navê Weşanxaneyê.

Mînak: McKinney, C., & Smith, N. (2005). Te Tiriti o Waitangi or The Treaty of Waitangi: What is the difference? In D. Wepa (Ed.), Cultural safety in Aotearoa New Zealand (pp. 39-57). Auckland, New Zealand: Pearson Education New Zealand.

Di nava metinan da:

Mînak:

McKinney û Smithî (2005) di gotara xwe da têgiha ... (r. 39).

… (McKinney & Smith, 2005, r. 39).

Pirtûkên online:

Paşnav, N. (sal). Navê pirtûkê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. Hejmara ‘doi’yê.

Mînak:

Kay, G. N. (1999). Fiber optics in architectural lighting: Methods, design, and applications. doi:10.1036/0070349320

2. GOTAR

Gotarên ku nivîskarên wan yek kes in:

Paşnav, N. (sal). Navê gotarê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Navê kovarê bi awayê îtalîk û tîpên destpêka her bêjeyekê mezin. Hejmara kovarê, rûpelên destpêk û xelasbûna gotarê.

Mînak:

Malmîsanij, M. (2005). Pîlonê xwi ra vaci “Teslîmbîyayîşê Şêx Evdirehîmî çin o”. Vate, 5(25), 38-71.

Dubreuil, G. (1962). Les bases psycho-culturelles du tabou de l’inceste. Canadian Psychiatric Association Journal, 7/5, 218-234.

Di nava metinê da: 

Mînak:

Malmîsanij (2005) di wê bawerîyê da ye ku … (r. 42).

… (Malmîsanij, 2005, r. 38-39).


Eger nivîskarên gotaran du kes yan zêdetir bin:

Paşnav, N., Paşnav, N., & Paşnav, N. (sal). Navê gotarê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Navê kovarê bi awayê îtalîk û tîpên destpêka her bêjeyekê mezin. Hejmara kovarê, hejmara rûpelên destpêk û dawîyê yên gotarê.

Gabbett, T., Jenkins, D., & Abernethy, B. (2010). Physical collisions and injury during professional rugby league skills training. Journal of Science and Medicine in Sport, 13(6), 578-583.

Di nava metinê da:

Mînak:

Gabbett û yd, (2010) di vê bawerîyê da ye ku … (r. 580).


… (Gabbett û yd, 2010, r. 580).


3. MAGAZÎN (Nivîsara kovareka populer, bêhekem, bihejmar)

Paşnav, N. (sal û meh). Navê nivîsara ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Navê magazînê/kovarê bi awayê îtalîk û tîpên destpêka her bêjeyekê mezin. Hejmara magazînê, hejmara rûpelên destpêk û dawîyê yên nivîsarê.

Mînak:

Pringle, H. (2011, April). Lofty ambitions of the Inca. National Geographic Magazine, 219(4), 34.

Semercioğlu, C. (2015, Haziran). Sıradanlığın rayihası. Sabit Fikir, 52, 38-39.

Kurij, S. (2003, Payîz). Çewlig de erdlerz. Vate, 1, 78-83.



4. TEZ

Paşnav, N. (sal). Navê tezê bi awayê îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. (Teza master/doktorayê). Navê zanîngehê, Cihê çapê.

Mînak:

Omer Ehmed, B. (1999). Têns le dayalêktî jorîy zimanê kurdî da (govara Badînî). (Teza masterê). Zanîngeha Selhedîn, Hewlêr.
Johnson, S. (2013). Style strategies (Master’s thesis). UCOL, Whanganui School of Design, Whanganui, New Zealand.

Mann, D. L. (2010). Vision and expertise for interceptive actions in sport (Doctoral dissertation). The University of New South Wales, Sydney, Australia. Retrieved from http://handle.unsw.edu.au/1959.4/44704

Di nava metinê da:

Mînak:
Omer Ehmed (1999) di xebata xwe da demên rêzimanî analîz dike û dibêje ku ... (r. 11).

Omer Ehmed ji bo lêkera hebûnê “bêhêz” gotîye (1999, r. 56).

Di raweya mercî ya borî da li Behdînanê ji dêvla “dê”yê, “da” dihê bikaranîn (Omer Ehmed, 1999, r. 63).


5. ROJNAME

Paşnav, N. (sal, roj û meh). Navê nivîsê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Navê rojnameyê bi tîpên îtalîk, hejmara rûpelên destpêk û dawîyê yên gotarê.
Mînak: Hêzil, S. (2020, 16ê Adarê). Edebîyat û prestîj. Xwebûn, r. 5.


Di nava metinê da:

Mînak: Hêzil (2020) di nivîsara xwe da amajeyê bi bandora prestîjê ya li ser terîfa nasnameyê û jixwe-bawerîya girseyê dike (r. 5).

Mînak: … (Hêzil, 2020, r. 5)


Rojnameyên online:

Paşnav, N. (sal, roj û meh). Navê nivîsê ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk û ne îtalîk. Navê rojnameyê bi tîpên îtalîk û destpêka her bêjeyekê mezin, Adresa malpera rojnameyê.


Mînak:

Rogers, C. (2011, November 26). Smartphone could replace wallets. The Dominion Post. Retrieved from http://www.stuff.co.nz/technology/gadgets/6038621/Smartphone-could-replace-wallets



6. FERHENG

Eger çapkirî be:

Paşnav, Nav. (sal). Navê ferhengê bi tîpên îtalîk (hejmara çapê). Cihê çapê: Navê weşanxaneyê

Mînak:

Îzoli, D. (2013). Ferheng kurdî-tirkî tirkî-kurdî (ç.7). Diyarbekir: Deng

Eger online be:

Navê ferhengê bi tîpên îtalîk. (sal). Adresa jêgirtinê

Mînak:

Cambridge dictionaries online. (2011). Retrieved from http://dictionary.cambridge.org/

Di nava metinê da
:
(Cambridge dictionaries online, 2011).


7. WIKIPEDYA

Navê mijara bi awayeka îtalîk û ji bilî tîpa pêşî ya bêjeya destpêkê û navên taybet, bi tîpên biçûk. (sal). Dîroka jêgirtinê, jêgirtin ji Wikipedia:Lînka mijarê

Mînak: Neteweyên Yekbûyî. (2019), 29ê Adara 2020an, jêgirtin ji Wikipedia: https://ku.wikipedia.org/wiki/Neteweyên_Yekbûyî

Mînak: Moodle. (2011). Retrieved November 28, 2011, from Wikipedia: http://en.wikipedia.org/wiki/Moodle


Di nava metinê da:

(Neteweyên Yekbûyî, 2019).

8. LÎSTEYA DAWÎ YA ÇAVKANÎYAN

Divê ku di dawîya gotarê da, lîsteya çavkanîyan ji rûpelekî nû dest pê bike û alfabetîk be, bêyî ku çavkanî ji hêla cureyê ve (pirtûk, gotar, rojname û hwd ) ji hev bihên veqetandin).
Dema ku du berhemên nivîskarekî hebin di lîsteya dawî ya çavkanîyên dawîn da pêwîst e li dewsa nav û paşnavê nivîskarê/î xêzeka dirêj bihê nivîsîn.

Mînak:

Amêdî, S. B. (1987). Rêzmana Kurdî, Kirmancî ya Jorî û Jêrî Hevberkirî (ç.1). Bexdad: Daru'ş-Şuûni's-Seqafîyye el-Amme.
(2012). Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jorî û Jêrî ya Hevberkirî. Hevberkirina Kurmancî – Soranî. (latînîzekirin. M. Xalid Sadinî). Stenbol: Dîwan.

Eger ji alîyê heman nivîskarê/î di salekê da gelek berhem hatibin weşandin, dê weha bihên nîşandan.


Mînak:

Uzun, M. (1998a). Alfred Nobel û xelata nobelî ya edebîyatî. Vate. 4, 39- 48.


Uzun, M. (1998b). Yelge. Vate. 6, 29-35. 

Nivîs divê orîjinal bin û berê çap nebûbin. 

Bêyê referansdayîn çênabe ji xebatên din tiştek bihê girtin.